Hewlêr (Rûdaw)- Parlameneterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş ragihand ku dê PKK guh bide daxuyaniyên Abdullah Ocalan û wan ew helwesta xwe diyar kiriye.
Hasan Ozguneş li ser hevdîtinên şandeya DEM Partiya ya bi partiyên siyasî û pêşhatên dawî yên çareseriyê ji Rûdawê re axivî.
Siyasetmedar Ozguneş bersiv dan pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Dildar Herkî û wiha got:
“Em hêvî dikin pêvajoya çareseriyê bi serkeve. Em dixwazin pêvajo bêyî hîleyan berdewam bike û em hemû ji bo serkeftina pêvajoyê dixebitin.
Di pêvajoyên berê de Devlet Bahçelî nebû hebûna Bahçelî destê Erdogan jî bihêztir dike.
Pevçûn û pêşhatên dawîn ên li Rojhilata dawîn bandor li ser Îraqê û Misirê kir dawiyê hat ser Sûriyeyê.
Ev pêvajo dê here ser Îranê û bêguman dê bandorê li Tirkiyeyê jî bike.
Rêveberên Tirkiyeyê dîmenê kûr ê Pirsgirêka Kurd dîtin. Mesele ji navbera dewleta Tirkiyeyê û Kurdan derbasî meseleyeke navneteweyî bûye.
Rewş hatiye wê astê ku çareserî li her deverê ji bo gelê Kurd were dîtin. Aqilê kûr ê îstixbarata dewleta Tirkiyeyê ev rastî dîtin.”
Dixwazin Kurdan bi erzanî îqna bikin”
Hasan Ozguneş behsa pêngavên dewletê yên li ser pêvajoyê kir û wiha berdewma kir:
“Dewletê dît ku bi rêya leşkerî û şer encam nayê standin û di warê, aborî, exlaqî de civak riziyaye.
Em dikarin bibêjin rêvebirina qeyrana di navbera civakê û dewletê de zehmet bûye.
Ew bi xwe êdî dibêjin, ‘eger em vê pirsgirêka xwe li ser bingeha biratiyê çareser nekin dê hin aliyên din dest biavêjin’ dema ku dibêjin aliyên din ew kî ne, Îsraîl e, Amerîka ye, Brîtanya ye, Almanya ye.
Belkî welatên rojavayî bêdeng in lê hemû bi hev ve girêdayî ne. Amerîkayê helwesta xwe diyar kiriye.
Beriya Lozanê jî ji Kurdan re gotin, ‘em birayên hevdû ne, em Misilman in em dê maf bidine we’ û di dawiyê de bê nasname em avêtin ber deriyan û kuştin û pevçûn ev 100 sal in bi dawî nebûye.
Ew dixwazin û dibêjin ‘em di nava xwe de hal bikin dewletên rojava yan jî yên pêwendîdar bila nekevin navberê da ku em Kurdan bi erzanî îqna bikin.’
Dibêjin, ‘em dê li ser mafên biçûk wekî gavên demokratîk û li ser ziman hin gavan biavêjin, belkî heta radeyekê mafê hêviyê û valakirina zindanan û tiştên sivik bên kirin.’
Bila em di nava xwe de çareser bikin lê ne bi awayekî erzanî. “
“Kurd statuya xwe dixwazin”
Siyasetmedar Hasan Ozguneş amaje bi wê yekê kir ku PKK û rêxistina wê ya li Ewropayê pabendî Ocalan in û wiha got:
“Biryara danîna çekan a wan kesan e ku çek di destê wan de ye.
Nabe ku li Başûr şer hebe û li Rojava mesele çareser nebe û li Bakur tu yekser rabe bibêjî hema yekser çekan deynin.
Divê ji gelê Kurd bipirsin bê ka Kurd çi dixwazin.
Kurd nasnameya xwe dixwazin, Kurd statuya xwe dixwazin Kurd dixwazin zimanê wan di destûrê de ji dibistana seretayî heta zankoyê bibe zimanê fermî.
Kurd dixewazin çanda wan bê qebûlkirin. Ew bixwe dibêjin, ‘me û Kurdan bi hev re ev dewlet ava kir.’
Madem wisa ye divê çanda Kurdan qebûl bike.
Dewlet bi salan şerekî taybet dimeşine gotinên “Qendîl dê bi ya Ocalan neke” jî wisa ye.
KCK diyar kiriye ku ew dê bi ya rêberê xwe bike. Her wisa saziyên Ewropayê dibêjin ew dê bi ya rêberê xwe bikin.
Beriya her tiştî divê dewlet şer bisekinîne û dawî li şer û pevçûnan bîne. “
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse