Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinek pêk anîn.
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.
Civîn li Koşka Serokkomariyê saetek û 25 xulekan berdewam kir. Berpirsên AK Partî û DEM Partiyê diyar kir ku hêvî geştir bûne û kilîla çareseriyê Recep Tayyîp Erdogan e.
Li gorî agahiyên gehiştine destê Rûdawê, di dema hevdîtinê de Heyeta DEM Partiyê ji Erdogan xwestiye ku zêdetir piştgiriya pêvajoyê bike.
"Hevdîtina bi Erdogan re kilîda çareseriyê ye"
DEM Partî hevdîtina bi Erdogan re wekî qonaxa herî girîng a pêvajoyê bi nav dike û Parlamenterekî DEM Partiyê dibêje kilîla çareseriyê di destê Birêz Erdogan de ye.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç got: "Hem civak hem qada siyasetê li bendê ye.
Ji bo ku pêvajo bimeşe pêwîst e hem Birêz Erdogan hem desthilat gavên pratîk biavêjin.
Her kes li bendê ye em jî li bendê ne. Ji bo pêvajoyê hevdîtina bi Birêz Erdogan re xaleke girîng e."
"Hêviya me zêde bûye"
Piştî hevdîtinê endamê Heyeta DEM Partiyê Sirri Sureya Onder ragihand ku civîn erênî bûye. Onder got: "Hêviya me zêde bûye, di vê mijarê de rola serokkomar zêde ye."
Pervîn Buldan jî got: "Civîn baş bû û pêvajo bi başî bi rêve diçe."
Siyasetmedarekî nêzîkî Erdogan jî got: "Erdogan amade ye ji bo aştiyê her tiştê pêwîst bike."
"Divê hemû alî piştgiriyê bidin pêvajoyê"
Siyasetmedar û endamê AK Partiyê Ahmet Kiran got: "Pêwîst e hikûmeta me jî, serokên eşîran jî her kes alîkariya pêvajoyê bikin.
Pêwîst e biçin cem Serok Barzanî jî û heta biçin Qendîlê jî û her du alî jî bêjin êdî neyartiya me nemaye.
Waye serokkomarê me jî Birêz Devlet Bahçelî jî dibêje ku tiştekî ku em bi axaftinê çareser nekin nîne.
Lazim e êdî em bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin, di navbera Kurdan û Tirkan de çek êdî nabe."
Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re saetek û 25 xulekan berdewam bû. Di dema hevdîtinê de di gel Serokê Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyeyê Îbrahim Kalin, Serokwekîlê AK Partiyê Efkan Ala jî amade bûn.
Li aliyê din DEM Partiyê diyar kir ku hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re gelekî erênî bû.
Efkan Ala di dema pêvajoya aştî û çareseriyê ya sala 2011 – 2015an de aktorekî diyar û di heman demê de Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse