Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got, “Sîstema Tirkiyeyê ji bo federaliyê ne guncaw e û me berê jî gotiye Kurd li Tirkiyeyê belav bûne”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê sazkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di panela ku rojnameger Rûşen Çakir bi rê ve dibir de axivî.
Zekeriya Yapicioglu behsa pêvajoya çareseriyê kir û got:
"Em hêvî dikin ku PKK çekan deyne û guh bide banga Abdullah Ocalan.
Rêzdar Serokkomar hem di kongreya partiya xwe hem jî li Amedê diyar kir ew dixwazin rûpeleke nû vekin.
“DEM Partiyê em ziyaret nekirin”
Di pêvajoya berê ya çareseriyê de CHPyê rê li ber hikûmetê digirt.
Çeka di destê PKKyê de astengiyeke mezin e li pêş çareseriyê.
DEM Partiyê em ziyaret nekirin, deriyê me ji her kesî re vekiriye.
Me ji kesî ne negotiye serdana me neke û me jî helwesta xwe li ser pêvajoya çareseriyê aniye ziman
Çekdanîna PKKyê gaveke xêrê ye lê pêwîst e gavên din jî bên avêtin da ku aştî pêk were û em bigihêjin armanca Tirkiyeya bê teror.
Ez wisa dibînim ku hikûmet ji bo danîna çekan ti şertan qebûl nake.
Sîstema Tirkiyeyê ji bo federaliyê ne guncaw e û me berê jî gotiye Kurd li Tirkiyeyê belav bûne
Li Tirkiyeyê pêwîstî bi sîstema federasyonê nîne. Şert û mercên Herêma Kurdistana Îraqê cuda ne
Dîsa derfet û şertên Kurdistana Sûriyeyê cuda ne”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 26, 2025
📣“DEM Partiyê em ziyaret nekirin, deriyê me ji her kesî re vekiriye”
📣“Me ji kesî ti kesî re ne negotiye serdana me neke û me jî helwesta xwe li ser pêvajoya çareseriyê aniye zimên”
📣“Çekdanîna PKKyê gaveke xêrê ye lê pêwîst e… pic.twitter.com/2pvxx22DVQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse