Hewlêr (Rûdaw) – Bi hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re “pêvajoyê nû” rengekî fermî wergirt.
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.
Piştî vê hevdîtinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çavê xelkê gavên hikûmet û PKKyê ne.
Siyasetmedar û şîrovekaran hevdîtina ku saetek û 25 xulekan berdewam kir wekî “civîneke dîrokî” wesif kir.
Civîn li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê pêk hat û Serokê Îstixbarata Neteweyî ya (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê AK Partiyê Efkan Ala jî tevlî civînê bûn.
Piştî 13 salan Recep Tayyîp Erdogan cara yekem bi awayekî rasterast bi nûnerên DEM Partiyê re civiya.
Parlamenterê DEM Partiyê û yê Stenbolê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Erdogan re got, "Hevdîtineke pir erênî bû. Em ji bo paşerojê hêvîdartir in."
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê jî piştî hevdîtinê got, "Hevdîtineke pir bi encam bû. Pêvajo bi xweşî berdewam dike."
🔴 Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 10, 2025
📣 "Hevdîtin gelekî erênî bû û qonaxên paşerojê hatin nirxandin" pic.twitter.com/aIEGhJo8Ht
"Hevdîtin gelekî erênî bû û qonaxên paşerojê hatin nirxandin"
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyanî da û got:
“Hevdîtina me ya bi Serokkomarê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re, di atmosfereke gelekî erênî, bihêzker, berhemdar û bihêvî ya ji bo paşerojê de pêk hat.
Girîngiya xala ku di pêvajoyê de hatiye gihîştin hat teyîdkirin û bi hev re qonaxên paşerojê hatin nirxandin.
Hat îfadekirin ku demeke bêyî tundî û pevçûnan ku qada demokratîk û siyasî dê tê de bihêz bibe, ji bo welatê me, welatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê endamê din ê Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk ji ber nexweşiyê tevlî hevdîtinê nebûye.
📌Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 10, 2025
📣"Ev hevdîtin gelekî girîng e û bi vê hevdîtinê pêvajo rengekî resmî wergirt"
📣"Ev civîn nîşaneya wê yekê ye ku ev pirsgirêk dê çareser bibe"
📣"Ji bo pêngav bên avêtin divê PKK kongreya xwe pêk bîne û çekan deyne"… pic.twitter.com/lwIGxjVRjH
“Pêvajo êdî bû fermî û dê gelek gav bên avêtin”
Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç li ser civînê ji Rûdawê re got:
“Ev hevdîtin gelekî girîng e û bi vê hevdîtinê pêvajo rengekî resmî wergirt.
Ev civîn nîşaneya wê yekê ye ku ev pirsgirêk dê çareser bibe. Hikûmet û serokkomar cidî ne û dixwazin mixetabên wan jî cidî bin.
Ji bo ku gav bên avêtin divê PKK kongreya xwe pêk bîne û çekan deyne.
Heger PKK çekên xwe deyne dê hemû gav bên avêtin."
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî ji Rûdawê re got:
"Divê girtiyên nexweş bên berdan, em dixwazin ev mijar were çareserkirin.
Bi salan ti hevdîtin ti temas bi Erdogan re tunebûn, ev hevdîtina li Koşka Serokkomariyê gelekî girîng e.
Divê destûr were guhertin, dewleta ewlehiyê û polîsan nemîne û yasa bên guhertin. Girtiyên nexweş bên berdan.
Rewşa girtiyan gelekî xirab e, rewşa bajarên Kurdan Şirnex û Diyarbekirê gelekî xirab e.
Em cudakariyê di navbera Kurd û Tirkan de nekin, em her dibêjin êdî bila çek nebin, bila dayîk hêsiran wan neyên xwarê."
Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Êlihê Zîver Ozdemîr jî di wê baweriyê de ye ku divê xeletiyên di pêvajoya berê de hatine kirin neyên dubarekirin.
Civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi dawî bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 10, 2025
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Zîver Ozdemîr:
🎙️ ❝Divê çareyek were dîtin❞
🎙️ ❝Hevdîtin gelekî kûr û girîng bû❞
🎙️ ❝Şaşiyên ku berê hatin kirin divê neyên kirin❞
🎙️ ❝CHP jî… pic.twitter.com/pTOHka14Ew
“Hevdîtineke gelekî kûr û girîng pêk hat”
Ozdemîr amaje bi bangên Bahçelî û Abdullah Ocalan kir û got:
“Her kes di vê meseleyê de westiya. Rêzdar Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî înîsiyatîf wergirt.
Êdî divê çareyek were dîtin û çavên hemû mexdûrên vê meseleyê li vê hevdîtinê bûn.
Hevdîtin gelekî kûr û girîng bû. Di pêvajoya berê de xeletî hebûn û ji dewletê re gelekî pirsgirêk çêbûn.
Îro ne wisa ye xeletiyên berê divê neyên kirin. Gavên îro gelekî girîng in.
Banga Ocalan zelal e, divê PKK çekan deyne xwe fesix bike.
Piştî ku PKKyê xwe fesix kir dê dewlet jî gavan biavêje.”
Gelo di qonaxa nû de dê çi gav bên avêtin?
Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Recep Tayyîp Erdogan de, nexşereya piştî çekdanîna PKKyê jî dê bihata gotûbêjkirin.
DEM Partî li heviya wê çendê ye ku meclis paketa ewleyî û demokrasiyê derxe û Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî û nexweş bên berdan.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê herî dawî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de got:
"Prensîba welatîbûna wekhev û azad dikare bi yasayên berbiçav were garantîkirin.
Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê dikare bi hemû partiyan re biaxive û deqeke lihevkirinê amade bike.
Dikare komîsyoneke taybet were avakirin. Pêvajoya çekdanînê yasayeke taybet pêwîst dike.
Divê di vê mijarê de tiştekî bilez were kirin. Sepandina qeyûman dikare bê rakirin û guherînên pêwîst bên kirin.
Şaredarên ku hatine dûrxistin dikarin vegerin ser karên xwe.
Girtiyên nexweş dikarin bên berdan. Girîng e ku mafê hêviyê were rojevê.”
Berpirsên DEM Partiyê bala xwe dikişînin ser wê yekê ku li pêşiya berdana Selahattîn Demîrtaş û bicihanîna pêdiviyên biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ti astengî nînin.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di salên 2019, 2020 û 2022an de bangî Tirkiyeyê kiribû ku divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.
Li aliyê din, piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Recep Tayyîp Erdogan tê meraqkirin ka dê Heyeta Îmraliyê careke din here Îmraliyê yan na.
PKK dê kengê kongreya xwe pêk bîne?
PKKyê heta niha dîroka kongreyê û dema danîna çekan diyar nekiriye.
Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî di daxuyaniya xwe ya 20ê Adarê de, gazî PKKyê kiribû ku 4ê Gulanê li navçeya Melezgirê ya Mûşê kongra xwe pêk bîne.
Serokwekîlê AK Partiyê Efkan Ala ku îro tevlî civîna Heyeta Îmraliyê û Recep Tayyîp Erdogan jî bû ji medyaya Tirkiyeyê re diyar kir ku ew hêvîdar in di meha nîsanê de gavên girîng bibînin û PKK bi hemû pêkhateyên xwe biryara fesixkirinê bide.
Ala diyar kir ku banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan zelal e û divê PKK bi hemû pêkhateyên xwe çekan deyne û xwe belav bike.
Her wiha şert û mercên berpirsên PKKyê jî ji bo danîna çekan û pêkanîna kongreyê ew e ku dewlet operasyonên bejayî û asmanî rawestine û Abdullah Ocalan jî di pêkanîna kongreyê de bi awayekî aktîf xwedî rol be.
Pêvajoyê çawa dest pê kiribû?
Serokê Partiya Hareketa Neteweperest MHP) Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîna 2024an li Parlamentoyê silav da DEM Partiyê û pêvajoyekê ji bo aştiyê û çareseriya Pirsgirêka Kurdan dest pê kir.
Bahçelî di 22yê Çiriya Paşîn jî xwest Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan biçe Parlamentoyê û banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê bike.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî gotinên Bahçelî 3 caran çû serdana Girava Îmraliyê.
Piştî hevdîtina dawî ya 27ê Sibata 2025an ku ji bilî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û 2 kesên din jî di şandeyê de beşdar bûn.
Ocalan bi rêya şandeyê banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê kiribû.
PKKyê jî 1ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û kongreya fesixkirinê saz bikin lê bi mercê ku Ocalan bixwe serpereştiyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse