Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Pêvajoya aştiyê derfetek e û divê ji dest neyê dayîn”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.
Di civînê de behsa pêvajoya çareseriyê, pêwendiyên dualî yên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û tekez kir ku pêvajoya aştiyê derfeteke û divê ji dest neyê dayîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi vexwendineke fermî ji bo beşdariya 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê gihiştibû Tirkiyeyê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Recep Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku behsa girîngiya pêwendiyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, Projeya Rêya Bipêşketinê hat kirin.
Her wiha tekezî li ser daxwaza her du aliyan a ji bo firehkirina hevkariyê hat kirin ku bi rengekî xizmetê ji berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan bike.
“Divê PKK pabendî banga Birêz Ocalan be”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniyê jî de got:
“Di mijareke din a civînê de, behsa pêvajoya aştiyê û civîna dawî ya Serok Erdogan a li gel Heyeta Îmraliyê hat kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di gel pesindana rola Serok Erdogan di vê derbarê de, pêvajo wekî dîrokî wesifand û tekezî kir ku Herêma Kurdistanê ji bo serkftina pêvajoyê amade ye her hevkariyê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêvajoya aştiyê derfetek e divê hemû kes bi cidî wergirin û nabe bi ti awayî ev derfet ji dest bê berdan.
Her di vê derbarê de dûpat kir ji bo serketina pêvajoya aştiyê, pêwîst e PKK banga Birêz Ocalan pêşwazî bike û bi temamî pabendî wê be.”
Li gorî daxuyaniyê pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û rewşa Sûriyeyê bi taybetî, girîngiya parastina aramî û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê jî ji ser Xê behsa civîna xwe ya bi Erdogan jî re kir û got:
“Min li Antalyayê civanek berhemdar bi Serok Recep Tayyîp Erdogan re re lidar xist.
Min girîngiya berdewamkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, wekî rêyeke ber bi aramî û aştiyeke mayînde ve careke din anî zimên.
Min tekez kir ku divê ev derfeta dîrokî bê bikaranîn û PKK bi awayekî erênî bersivê bide banga Rêzdar Ocalan.
Her wiha me li ser hevdîtina dawî ya Serok Erdogan û şandeya DEM Partiyê û girîngiya wê ya ji bo diyalog û aştiyê jî nîqaş kir.”
📌 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 11, 2025
🎙️ "Pêvajoya aştiyê derfetek e û divê ji dest neyê dayîn" pic.twitter.com/5NnWEzXnlH
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
Îro 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi serperiştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.
4 hezar mêvanên navxwe û biyanî ku di nava wan de 20 serok û serokwezîr, 50 wezîrên karên derve yên welatan, 70 wezîrên din ên welatan, 60 nûnerên payebilind ên rêxistinên navneteweyî beşdarî forumê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nava wan 20 serok û serkirdeyên ku bi fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve hatine vexwendin de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya forumê de dê bi gelek serkirde û berpirsên cihanê û herêmê re civînên dualî pêk bîne.
“Tirkiye dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ji Projeya Rêya Bipêşketinê sûdê wergire”
Li aliyê din, Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Komara Tirkiyeyê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û got:
“Serokkomarê me Rêzdar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li Tirkiyeyê ye pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiye-Îraqê û hevkariya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Serokkomar Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku temamkirina pêvajoya avakirina hikûmetê li Bakurê Îraqê di demeke kurt de ji bo aramiya herêmê girîng e û rewşa li Kerkûkê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve ji nêzîk ve tê şopandin.
Serokkomarê me bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêmê di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de û diyar kir ku Tirkiye dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê jî bi awayekî herî zêde ji Projeya Rêya Bipêşketinê sûdê wergire.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse