Li Sineyê frêna barhilgirekê teqiya: 5 kes mirin

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sine Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 5 kes mirin.

Birêvebirê Polîsê Rêyan ê Sineyê Hemîdreza Ebdulmelikî ragihand, qeza doh êvarî li rojhilatê bajarê Sineyê û li ser rêya Sine û Merîwanê qewimiye.

Birêvebirê Polîsê Rêyan ê Sineyê Hemîdreza Ebdulmelikî got:

“Di qezayê de barhilgirekê li 4 kesên ku li kêleka rê sekinîbûn daye û piştre wergeriyaye.”

Hemîdreza Ebdulmelikî da zanîn ku her 4 kes û şofêrê barhilgirê mirine.

Birêvebirê Polîsê Rêyan ê Sineyê derbarê sedema qezayê Sineyê ragihand, di lêkolînên destpêkê de diyar bûye ku frêna kamyonê teqiyaye û şofêr nekariye kontrol bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst