14 kesên ku destên wan di bûyerên Dêrezorê de hebûn teslîmî HSDyê bûn

05-10-2023
RÛDAW
14 kesan xwe radestî HSDyê kir
14 kesan xwe radestî HSDyê kir
Nîşan HSD Dêrezor Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 14 çekdarên ku destên wan di bûyerên dawiyê yên li Dêrezorê de hebûn xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

HSDyê pêvajoya asayîkirina kesên reviyane da destpêkirin.

HSDyê ragihand ku di çarçoveya lêborînê de, deriyê wan ji wan kesan re vekirî ye, ku vegerin û xwe radest bikin.

Duh 14 çekdarên din xwe  radestî HSDê kirin ku destên wan di bûyerên Dêrezorê de hebûn.

Çekdarekekî xwe radest kiriî got, “Em xelkên navçeya Dêrezorê, navçeya Zîban in. ;e li kêleka milîsên Îranî û rejîmê şer kir. Ew dixwazin deverê têk bidin. Em jî hatine rewşa xwe çareser û asayî bikin bi HSDyê re.

“Fitneya rejîmê û hin dewletên din e”

Çekdarekî din jî got, “Em xelkên Dêrezorê ne û  ji navçeyên rejîmê hatine. Me bi Hêzên Sûriyeya Dmokratîk re li hev kir. Tiştek nîne, serederiya hevalan baş e. Pêşî hate gotin ku şerê eşîran e lê derket ku fitneya rejîmê û hin dewletên din e."

Ew çekdar reviyabûn navçeyên hikûmeta Sûriyeyê yên li rojavayê Çemê Feratê.

Çekdarekî din jî got, "Em xelkên Dêrezorê ne. Em beşdarî bûyerên dawiyê bibûn. Em hatin me rewşa xwe li cem HSDyê çareser kir. Tiştek nîne. Wan gelekî baş pêşwaziya me kir. Em li ser vê çareseriyê spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin."

Fermandarekî HSDyê amaje bi wê yekê kir di van demên dawiyê li herêma Dêrezorê hewldanên derxistina fîtneyê derketin holê û got:

“Me di dema dawî de çareserkirina rewşê li Dêrezorê ragihand. Mebesta me nemana fitneyê bû ku rejîma Sûriyeyê li pey wê bû. Em daxwazê ji hemû xelkê li Dêre Zorê dikin ku kesên destên wan di van bûyeran de hebûn ku vegerin û rewşa xwe çareser bikin û bi asayî bjîn.”

Heman fermanderî herwiha da zanîn ku deriyan wan ji bo her kesê ku xwe radest bike vekirî ye.

HSDyê 28ê Îlonê ji çekdarên destên wan di bûyerên Dêrezorê de hebûn û reviyayî xwestî bû ku heta 15 rojan ango heta 12ê Çiriya Pêşîn xwe radest bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst