Li Dêrezorê dîsa şer: HSDyê 2 grûpên rejîma Sûriyeyê dorpêç kirin

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Grûpên Çekdar Rejîma Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê ragihand ku hêzên wan li Dêrezorê 2 grûpên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê dorpêç kirine.

Grûpên çekdar ên ku Hikûmeta Sûriyeyê piştgiriyê dide wan ji rojavayê Çemê Feratê derbasî rojhilatê çem bûne û wan êrişî çeperên HSDyê yên li bajarojê Zîbanê kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

HSDyê di daxuyaniyê de da zanîn ku hêzên wan du grûpên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê ku derbasî bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrezorê bûne dorpêç kirine.

HSDyê bal kişand ser wê yekê ji bo ku li herêmê aramî û ewlehî pêk were hêzên wan tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Li aliyê din HSDyê tekez kir ku hêzên wan rê nedeye ku grûpên çekdar xelkê sivîl ji bo kiryarên xwe yên terorîstî bi kar bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê da zanîn ku di şer û pevçûnan de hejmarek çekdar hatine kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku di topbaran bêserûber a grûpên çekdar de gelek sivîl birîndar bûne û ziyaneke zêde gihîştiye mal û milkên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst