Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina biharê re keriyên pez li mêrg û zozanan belav bûne.
Berfa li ser çiyayan hêdî hêdî dihele û çol û mêrg û zozan geş û kesk dibin.
Piştî zivistaneke dijwar û hatina biharê li çol û zozanên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê keriyên pez tên dîtin.
Li gundê Eskîpagê yê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ajeldar bi hatina biharê kêfxweş in û dibêjin ew ji xercî û zehmetiya giran a zivistanê rizgar bûne.
Muxtarê gundê Eskîpagê Abdullah Barîoglu got:
“Bihara me hat û gihayê me şîn bû. Ajelên me hêdî hêdî diçêrin.
Dema çêrê dest pê kir û di demeke nêzîk de şivanên me jî tên.
Kulîlk jî vebûne û em bi hatina biharê kêfxweş in.”
Li parêzgehên wekî Wan, Mûş û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê zivistan gelekî dirêj e û ajel 5-6 mehan di axur û goman de tên xwedîkirin.
Ajeldar Muhammed Koç jî anî ziman:
“Ajelên me ji ber zivistan û berfê 6 mehan di hundir de man.
Bihar hat û me îro ajelên xwe derxistin.
Niha gelekî baş e û êdî kayê jî naxwin.”
Li Wanê ajeldarî sektora herî girîng a debara xelkê ye û piraniya xelkê deverên bejahî debara xwe bi ajeldariyê dikin.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê li Wanê 3 milyon 280 hezar û 145 mih û bizin û 133 hezar û 193 ajelên mezin hene.
Wan di hejmara ajelên biçûk de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê yekem e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse