Hewlêr (Rûdaw) - Li zozanên parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê rêyên xirabbûyî tên vekirin daku koçer bikarin biçin cihên zomê xwe.
Jiyana koçeriyê bûye parçeyek ji jiyana wan û her yek karekî dike. Ew li vir bi cîh dibin bo dema dû sê mehan, piştî germa hewayê şikest ew dîsan vedigerin gund.
Mehmet Dinçer, ajeldarekî Mûşê ye û dibêje:“Gund ji ber ku dikeve deştê ajal telef dibin û nexweş dikevin. Lê dema em tînin zozanan hewaya wê gelekî hênik e, şînkahiya wê zêde ye, ava wê zahf e û ajal li vir rehet dibin. Yek jî ev der zozanên me ne, cihê me ye, em li vir bextewer in. Dema çinînê ajel li gund bin zehmet e lê bo dû mehan em tînin zozanan û zêdetir jin li vir dimînin.”
Li vir jiyanek hevbeş heye; hinek agir dikin, hinek tenûrê didanin û hinek tiştan bicîh dikin. Mêr dibin şivan û jin jî dibin bêrîvan. Ew koçer in û pez xwedî dikin ji ber çavkaniya debara jiyana wan berhema pezê wane.
Welatiya bi navê Sakîne Oren dibêje, ew îsal hinek dereng çûne zozanên xwe, lê ew bi hêvî ne îsal baş derbas bibe.
Sakîne Oren dibêje: “Hatina zozanan îsal dereng ket, 10-15 rojan em dereng hatin. Emê 3-4 mehan li vir bimînin. Em dê penîr, nîvişk û pêdiviyên xwe yên ku têra 12 mehan bike li vir kom bikin û yê zêde dimîne jî difiroşin. Em niha li vir bi cîh dibin, bi saya Xwedê dê baş derbas bibe.”
Li gor agahiyên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Mûşê, li wî bajarî ku girîngiyeke taybet bi ajeldariyê tê dayîn, salane 10 hezar ton goşt û 320 hezar ton şîr tê berhemanîn.
Li parêzgeha Mûşê nêzîkî 334 hezar dewar û milyonek û 300 hezar pez hene. Di xwedîkirina dewaran de, Mûş li Tirkiyê di rêza 15an de û di xwedîkirina pez de jî di rêza 12an de cîh digre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse