Li Wanê cara yekem e jîngehparêz serdana Gola Cemedê dikin

12-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Şax Gola Cemedê Jîngehparêz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya çalakiyên Kuluba Werzîşên Xwezayê de cara yekemîn e 21 jîngehparêz serdana Gola Cemedê ya li navçeya Şaxê ya Wanê dikin.

Serokê Kuluba Werzîşên Xwezayê amaje bi wê yekê dike ku ji bo geştyariyê herêmeke xweş e û divê hemû kes vê xweşikbûna bêhempa bibîne.

Serokê Kuluba Werzîşên Xwezayê Omer Demez got “Werin vê derê bibîn ku hûn cenetê bizanibin li ku derê ye. Kes nehatibû, par em hatin me ev derê dîtibû û mê rêbarê wê kifş kiribûn. Vê carê jî em 25 kes hatin. Ji bo hemû kesî spasdar im.”

Jingehparêzên hatine herêmê dibêjin dîmenên derdora golê ne kêmî dîmenên Çiyayên Alp ên Swîsreyê ne û kêfxweşiya xwe tînin ziman ku cihekî wiha nas kirine.

Jîngehparêz Irem Şahin dibêje “Gelek xweş e, divê hemû bên vê derê bibînin. Ev der gelek xweş e, berf heye, kulîlk hene, çîçek vebûne. Em di 2 saet û nîv de gihîştin vê derê. Divê gelek bên vê derê bibînin.”

Gola Cemedê li qûntara Çiyayên Kirabetê yê Bakurê Kurdistanê ye û bilindahiya wê 3 hezar metre ye. Bi helîna berfê gol tejî av dibe û aliyek wê zivistane, aliyêkî wê jî bihar. Tê çaverêkirin ku bo geştyar bikaribin serdana herêmê bikin derfet bên avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst