Berpirsê AK Partiyê: Ev hilbijartin ji bo me wekî têkçûna di Şerê Uhudê de bûn

05-04-2024
RÛDAW
Endamê Rêveberiya Navendî yê AK Partiyê Prof. Dr. Alî Karakaş
Endamê Rêveberiya Navendî yê AK Partiyê Prof. Dr. Alî Karakaş
Nîşan AK Partî Alî Karakaş Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Biryarê yê AK Partiyê Alî Karakaş li ser rêjeya kêmbûna dengên AK Partiyê got, “Ev hilbijartin ji bo me wekî têkçûna di Şerê Uhudê de bûn.”

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Biryarê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Prof. Dr. Alî Karakaş li ser encamên hilbijartinên 31ê Adarê, kêmbûna rêjeya dengan û şaredariyên AK Partiyê ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî.

Karakaş da zanîn ku hilbijartinên 31ê Adarê ji bo AK Partiyê wekî têkçûna di Şerê Uhudê de bûne û got:

“Ji bo kesên ku dilê xwe bi AK Partiyê ve girê didin ez van hilbijartinan dişibînim vê yekê. Wekî tê bîra we, di Şerê Bedirê de Misilmanan serkeftineke mezin bi dest xist lê piştre Şerê Uhudê çêbû.

Di Şerê Uhudê de Misilmanan xisareke mezin dît. Yanî têk çûn lê vê têkçûnê hêzeke mezin da wan. Ez dixwazim vê bibêjim, di nava 22 salan de serkeftina di 17 hilbijartinan de ji bo me wekî serkeftina Bedirê bû.

Hilbijartinên 31ê Adara 2024an jî ji bo me wekî têkçûna di Şerê Uhudê de ye.”

“Pêwîst e AK Partî guh bide feqîr û hejaran”

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Biryarê yê AK Partiyê Prof. Dr. Alî Karakaş di berdewamiyê de anî ziman:

“Em li bendê bûn ku dengê me kêm bibe lê me texmîn nedikir ku evqas be. Pêwîst e AK Partî vegere ruhê sala 2002yan.

Girseya ku hêz daye AK Partiyê û AK Partî di hilbijartinan de bi ser dixist, gelên li taxan, feqîr, mexdûr, bindest bûn. Li gorî min pêwîst e, AK Partî hinekî din guh bide van dengan.

Ez vê yekê wekî windahiyekê nabînim û berovajî vê yekê wekî nîşaneya dengê serkeftina hilbijartinên paşerojê dibînim.”

Alî Karakaş amaje bi kêmbûna rêjeya dengên AK Partiyê jî kir û got:

“Di hilbijartinên 2019an de HUDA PAR tunebû, Partiya Yenîden Refahê jî tunebû. Yanî HUDA PAR û Partiya Yenîden Refahê ji sedî 11an û me jî ji sedî 17an deng bi dest xistin.

Dema hûn wan li hev zêde bikin ev tê çi wateyê? Ew jî dibe ji sedî 28. Li gel van hemû pirsgirêkan jî me li Amedê ji sedî 28ê dengan stand, lewma em têk neçûne. Em pir xebitîn.

Li gorî min windakirina dengên me ne li rojhilat, li rojavayê Tirkiyeyê çêbûye. Li Bursayê, li Konyayê, li parêzgehên din ên rojavayê binêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst