Malbateke Kurd piştî 6 salan vegeriya Efrînê

15-09-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Veger Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd ku ev bêtirî 6 salan e li Helebê koçber bû, vegeriya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

Tevî hemû binpêkirinên ku grûpên çekdar li Efrînê dikin, dîsa hinek malbatên Kurd ku ev bêtirî 6 salan in koçber bûne vedigerin warên xwe.

Herî dawî malbata Kurd a Fethî Betal ji Helebê vegeriya gundê xwe yê Basûtê yê Efrînê.

Malbat bi dilgermî ji aliyê kesûkarên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Ew malbat 3 salan li Şehebayê mabû, piştre çûbû li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi cih bûbû.

Sala 2018an piştî dagirkirina Efrînê bêhtirî 500 hezar kesî ji Efrînê derketin û li navçeyên Şehba û taxên Kurdan ên li Helebê bi cih bûbûn.

Fethî Betal û hevjîna xwe Felek Ehmed jî piştî dagirkirina Efrînê koçî Şehbayê kiribû.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin di 18ê Adara 2018an de dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst