Li Wanê Şahiya Zimanê Kurdî hat astengkirin

04-06-2021
RÛDAW
Nîşan Tora Çand û Zimanê Kurdî Wan Astengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Çand û Ziman îro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê xwest ku çalakiyekê ji bo zimanê Kurdî lidar bixe û daxwazê bikin ku bibe zimanê perwerdehiyê, lê polîsê Wanê rê neda çalakiya wan.

Di demjimêrên nîvro de li pêşiya avahiya HDPê ya Wanê, endamên Tora Çand û Ziman û her wiha berpirsên bajar ên HDPê û çendîn rêxistinên din ên civaka sivîl kom bûn û xwestin ku ber bi parka Mûsa Anter ve bimeşin ku dikeve naverasta bajarê Wanê, lê polîsê Wanê avahiya HDPê dorpêç kir û nehişt ku ji avahiya HDPê dûr bikevin û çalakiya xwe encam bidin.

Polîsê Wanê ji berpirsên HDPê yên bajarê Wanê re digotin ku li gorî fermana parêzgariya Wanê, ew dikarin tenê li nava avahiya HDPê çalakiya xwe encam bidin û nabe ku ber bi navenda bajêr ve bimeşin.

Piştî niqaşan, polîsan destûr da girseyê ku bimeşin Parka Mûsa Anter û li wir daxuyaniyek çapemeniyê bidin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got “Îro li Wanê dilê Serhadê me xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî. Parêzgar bûye hiqûq, qanûn û dibêje her tişt ez, faşîzma xwe bi vî awayî berdewam dikin. Çûyîna wan nêz e. hûn ê li hember hiqûqî bersiv bidin. Parêzgar û yên van talîmatan jî didin dê hesab bidin.”

Bedran Ozturk bal kişand ser giringiya ziman û got “Her zimanêk ji bo mirovatiyê dewlemendiyeke. Gava ku em li çar parçeyên Kurdistanê binêrin, her tim êriş dane ser zimanê gelê Kurd. Yekperestan xwestine hişmendî yek be, ziman yek be, gel yek be. Ziman ji xwe re ne wek dewlemendiyek lê wek metirsiyek dîtine. Ji ber vê yekê îro li Bakurê Kurdistanê he jî ev êrişên wan berdewam dikin. Gava qeyûm hatan cara yekemîn êriş dane ser zimanê gelê Kurd. Bi polîtîkayên qirêj armanca tunekirina ziman, nasnameyê, çandê û dîrokê tunedikin. Lê gelê Kurd li zimanê, çand û dîroka xwe xwedî derketiye.”  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst