Li Wanê Farisî bûye zimanê bazarê

10-09-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Bazara Wanê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bazara Wanê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wan Kurdî Tirkî Farsî Geştyarên Îranî
A+ A-

Wan\ Hewlêr (Rûdaw) - Her sal bi milyonan geştiyar ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tên Wanê.

Bazara geştiyarên Îranê tesîr li zimanê bazarê jî kiriye û êdî zimanê bazarê yê Wanê bûye Farisî.

Li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî li piraniya bajaran ne zimanê bazar û jiyana rojane ye.

Bi taybetî li bajarên mezin mirov li kuçe û kolan û bazarê gelekî kêm Kurdî dibihîze.

Van salên dawî gelek sazî û komele hewil didin balê bikşînin ser girîngiya parastina zimanê Kurdî û her sal kampanyayên cuda lidar dixin.

Bajarê Wanê jî ku yek ji bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye di mesela ziman de xwe dide pêş û gav tên avêtin.

Li nava bazar û sûka Wanê, li şûna Kurdî, Farisî serdest e û sedem jî hejmara zêde ya geştyarên Îranî ye.

Karmendekî otêlekê dibêje, di nava rojê de ew ji sedî 10 bi Kurdî yan bi Tirkî diaxivin lê belî ji sedî 90 bi Farisî diaxivîn.

“Her sal 1 milyon geştiyarên Îranî tên Wanê”

Ev dîmenên ku ji nivîs û tabloyên farisî pêk hatine li bajarê Wanê hatine tomar kirin.

Li gorî amarên Odeya Bazirganiyê ya Wanê, salane nêzîkî yek milyon geştiyarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tên Wanê.

Ev jî bûye sedem ku li Wanê Farisî bibe zimanê rojane. Erkan ciwanekî Kurd e li otêleke wanê dixebite. Farisiya wî ji Kurdiya wî çêtir e.

“Nava rojê bêtir ez bi Farsî diaxivim”

Erkan Korkmaz li ser pêşxsitin û parastina Farsî wiha got:

“Çima Farisiya min ji Kurdiya min baştir e? Ji ber ku hemû geştiyar û mêvanê tên Îranî ne.

Di nava rojê de heger sedî 10 em bi Kurdî yan bi Tirkî biaxivin em ji sedî 90 jî bi Farisî diaxivîn.”

Bazara geş a geştiyarên Îranê li Wanê bûye sedem ku Îranî jî bên li Wanê bixebitin.

Sanaz yek ji wan kesan e. Ew bi xwe Îranî ye lê debara xwe li Wanê bi zimanê Farisî dike.

Sana Mehmûdiyê li ser xebata li Wanê wiha got:

“Ez bi xwe Îranî me, ez li vir kar dikim. Îranî ji Wanê hez dikin û xelkê Wanê jî gelekî mêwanperwer in.”

Piraniya xelkê Wanê ji hatina geştiyaran kêyfxweş in lê daxwaza wan a sereke ew e ku azadiya ji bo Farisiyê heye ji bo Kurdiyê jî hebe.

Piraniya dikandaran ji ber zextên siyasî nikarin nivîsên Kurdî li dikanên xwe bidin.

Heman demê daxwaz ji ciwanan tê kirin beriya Farisî xwe fêrî Kurdî bikin.

Şêniyê Wanê yê bi navê Mehmet Nurî Akan li ser meseleyê dibêje, bila ciwanên Wanê xwe fêrî îngilîzî jî bikin û farisî jî bikin lê bila dev ji zimanê Kurdî bernedin.

“Divê ciwan dev ji Kurdî bernedin”

Serhat Karaban jî banga axaftina Kurdî li ciwanan Kurd kir û wiha got:

“Ne tenê li Wanê li her derê li her bajarê Kurd me êdî zimanê xwe ji bîr kiriye.

Peyama min ji bo ciwanan ew e, ez dibêjim bila bixwînin bila zimanê xwe bixwînin û bi zimanê xwe biaxvin bila Tirkî û Farisî neaxvin bila bi zimanê xwe biaxvin.”

Şêniyê bi navê Saim Bilîcier ê Wanê li mseleya nivîsên Kurdî bang li şaredariyê kir û wiha got:

“Lazim e Kurdî jî hebe em dixwazin Kurdî jî hebe lê dema dinivîsin radikin bila şaredarî Kurdî jî deyne.

Dema mirov zimanê xwe ji bîr kir mirov wenda dibe pêwîst e em zimanê xwe ji bîr nekin."

Di wan salên dawî Rêveberiya Geştiyarî û Wezaretê ya Wanê çend projeyên geştiyariyê pêk anîn.

Di heman demê êdî ji bo getiyariyên Îranê yên tên Wanê festîvalên taybet jî tên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst