Li Wanê 20 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

17-06-2024
Nîşan Wan Desteserkirin PKK Kurd Hincet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî 20 kes bi “hinceta PKKyê” hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê got ku di navbera 9 û 16ê Hezîranê de bi mebesta “ rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Di van operasyonanan de 20 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” hatine desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Wanê di navbera 3 û 9ê Hezîranê de jî ji ber heman hincetê 18 kes hatibûn desteserkirin.

Li hêla din, dîsa li Wanê di navbera 9 û 16ê Hezîranê de 4 kes tohmeta endambûna cemaeta Fetullah Gulen hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst