Ji sedî 46ê Sîdekanê ji kontrola Herêma Kurdistanê derketiye

03-07-2024
Ji sedî 46ê Sîdekanê ji kontrola Herêma Kurdistanê derketiye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ji sedî 46ê Sîdekanê ji kontrola Herêma Kurdistanê derketiye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sîdekan Êriş Tirkiye Cotkar Ajeldar Şer PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî got, “Li ji sedî 46ê Sîdekanê desthilata me nemaye.”

Bombebaranên Tirkiyeyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê heyat û hizûr ji şêniyên Sîdekanê re nehiştiye.

Bi taybetî cotkar û ajeldar êdî nikarin kar û barên xwe yên rojane bikin.

Ajeldar êdî nikarin pezê xwe bibin zozanan û konên xwe li cihên dûrî zozanan datînin.

“Em ji ber tirsê nikarin herin”

Ajeldarê bi navê Resûl Şemzîn got, “Em ji ber tirsê nikarin herin cihên ku em dixwazin.

Gelek malbat li Deşta Herîrê û li Akrê mane. Em ji neçarî mane li vê derê çimkî vir tirs nîne.”

Ajeldarên ku bi berê di nav xêr û bêra zozanên Kurdistanê de dijiyan îsal ji ber şer û pevçûnan nikarin li ser axa xwe karê xwe bikin.

“Penîr li vir xera dibe û tirş dibe”

Fewziya Wesmanê diyar kir ku penîrê deşt û zozanan nabe wekî hev û got:

“Penîr li vir xera dibe û tirş dibe. Mast xera dibe lê li cihên hênik xera nabe.”

Ajeldar û cotkarên ku di rewşeke gelekî zehmet de ne êdî tirs daye alîyekî û ji bo ku herin zozan û çiyayan bi mirina xwe qayîl in.

“An em dê herin an jî em dê bimirin”

Bi hev re çûne Qaymeqamiya Sîdekanê da ku destûrê bistînin û pezê xwe bibin zozanan.

Cotkarê bi navê Kemal Resûl jî got, “Li vir av nîne ku em debara xwe bikin. Li cihên ku em dixwazin herin av heye.

Em mecbûr in herin, an em dê herin an jî em dê bimirin.”

Her roj dengê bombebaran û topbaranan heye û Tirkiye gav bi gav xwe berdide nav axa Başûrê Kurdistanê.

“Ji sedî 46ê Sîdekanê ne di bin desthilata me de ye”

Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî li ser rewşa Sîdekanê da zanîn:

“Em hişyariyê didin ku neçin cihên metirsîdar. Heke herin berpirsiyarî ya wan e çimkî li derveyî herêmên parastî dimînin.

Ji ber ku Tirkiye bi kûrahiya 30 kîlometreyî hatiye û ji ber şer û pevçûnên PKK û Tirkiyeyê ji sedî 46ê Sîdekanê ne di bin desthilata me de ye.”

Tîma Rûdawê bi qasî 10 kîlomtreyan ji Sîdekanê dûr ket û berê xwe da herêmên çiyayî lê nahêlin ku ti kes bêyî belgeya destûrê derbas bibe.

Ev serê du salan e ku cotkar û ajeldar ji xêr û bêra zozanên Kêleşîn, Horine, Bireşkîn, Bêrmesard û Seqerê mehrûm in.

Divê were gotin ku bajarokê Sîdekanê di nav sînorên Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst