HPG: Eger êrişên Tirkiyeyê berdewam bikin mafê me yê bersivdayînê heye

06-03-2025
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Tirkiye Êriş Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê ragihand ku tevî biryara agirbestê ya PKKyê artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê 828 êriş pêk anîne û wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv daye van êrişan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê êrişên artêşa Tirkiyeyê yên Başûrê Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.

HPG ku baskê leşkerî yê PKKyê ye got "Li gel biryara agirbestê, artêşa Tirkiyeyê li herêmên Garê, Metîna, Xakûrk, Zap û Amediyê yên Başûrê Kurdistanê 828 êrişên asmanî û bejayî pêk anîne û êriş berdewam dikin."

"Em dê mafê xweparastinê bi kar bînin"

HPGyê agirbesta xwe bi bîr anî û da zanîn:

“Di demeke ku hêzên me di rewşa agirbestê de ne artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe didomîne û bi dronan bi şev û roj karê keşfê dike.

Her wiha di encama van keşfan de qadên gerîla tên bombebarankirin. Divê ev karê ku ewlehiya hêzên me dixe metirsiyê bê rawestandin.

Eger neyê rawestandin bi armanca ewlehiya xwe em dê jî mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Em dizanin ku ji ber berjewendiyên neteweyî divê ev rewş çênebe."

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst