Mem Ararat li ser qeyûm got: 'Mala minê demokrasî'

03-06-2024
Nîşan Mem Ararat Colemêrg Qeyûm Bertek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm danî ser Şaredariya Colemêrgê, Mem Ararat got, “Mala minê demokrasî, nîv kîlo demokrasî.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

"Nîv kîlo demokrasî"

Hunermendê Kurd ê navdar Mem Ararat bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê biryarê da û got:

“Demokrasîya hilbijartina badilhewa

Demokrasîya tirşika li ber birincê

Mala minê demokrasî

Merheba demokrasî

Nîv kîlo demokrasî…”

Çi bûbû?

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst