DEM Partiyê biryara xwe ya Stenbolê da

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Şaredariya Stenbolê Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku DEM Partiyê biryar da li Stenbolê berbijêrê/a xwe nîşan bide.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi rojeva hilbijartinên şaredariyan civiya.

Li gorî nûçeya MAyê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînê de piştî nirxandin û gotûbajan biryar da ku jib o Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê berbijêr nîşan bide.

Li gor heman çavkaniyê li ser bernamzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di civînê de nîqaş hatine kirin lê hîn ti nav zelal nebûne.

Herwiha biryar hatiye dayîn DEM Partî li Boluyê Velî Saçilik wekî berbijêr nîşan bide.

Li gorî zanyariyan DEM Partiyê herwiha biryar da ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê jî berbijêrê xwe derxîne û navê siyasetmedar  Kemal Bûlbûl ku  Parlamenterê Antalyayê yê HDPê bû di rojevê de ye.

DEM Partiyê heta niha ev nûçe piştrast nekiriye lê berdevka Partiyê Ayşegul Dogan piştî civînê  li ser hesabê xwe yê medyaya  civakî peyamek belav kir û got:

“Civîna  Lijneya Rêveberiya Navendî  ya me ku bi rojeva hilbijartinan kom bûye berdewam dike. Helbet yek ji mijarên herî girîng ên di rojeva me de Stenbol e.

Sibe (Yekşemê) demjimêr 14:00an em dê helwesta xwe ya derbarê Stenbol û bajarên din de li navenda giştî ya avahiya xwe ragihînin.”

Çend roj berê hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaşê ragihandibû eger DEM Partî jî bixwaze ew amade ye bibe berbijêriya Şaredariya Mezin a Stenbolê.

Berdevka DEM Partiyê jî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de gotibû:

“Eger Başak Demîrtaş bixwaze ji cihekê siyasetê bike û an jî bixwaze bê nav siyasetê ew navnîşan DEM Partî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst