Berpirsekî DEM Partiyê: Başak Demîrtaş nabe berbijêr

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Başak Demîrtaş Stenbol Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Tirkiyeyê, hevjîna Selahattin Demîrtaş Başak Demîrtaş di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de nabe berbijêrê şaredariyê.

Li gorî hinek îdiayên li ser medyaya civakî, dihat gotin ku dê Başak Demirtaş ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bibe berbijêra Stenbolê yan a Amedê.

DEM Partiyê heta niha berbijêrên xwe yên şaredariyan eşkere nekirine.

Lê çavê her kesî li ser wê yekê ye, gelo DEM Partî li Stenbol, Enqere û Îzmirê berbijêrên xwe dê nîşan bide yan na.

Hevserokên DEM Partiyê îro çûn serdana CHPê û bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtinek kir.

Li gorî nûçeya Halk TVyê, berpirsekî DEM Partiyê got:

“Navê Başak Demirtaş ji bo berbijêriya Amedê dihat gotin lê wê bi xwe serlêdan nekiriye.

Li Amedê berbijêr dê ji nav kesên serlêdan kiriye, bi hilbijartina pêş a nav partiyê bê diyarkirin.”

Wî berpirsê partiyê herwiha got, “Ji bo hilbijartina me bi desthilatê re ti hevdîtin nekiriye lê ne tenê Stenbol ji bo bajarên girîng ên wek Mêrsîn û Enqereyê jî hevdîtinên me bi mixalefetê re berdewam dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst