Hewlêr (Rûdaw) – Serokên PSK û PWKyê bi minasebeta Cejna Remezanê peyam belav kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Cejna Remezanê bila bibe destpêka rawestandina şer, tifaqa neteweyî û azadiyê. “
Ozçelîk di berdewamiya peyama xwe de behsa pêşhatên li her çar parçeyên Kurdistanê kir û got:
“Îsal jî li her çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê, di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewaziya cejneke din a Remazanê dikin.
Em hêvî dikin ku li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şer, çekdanînê, hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadiya welatê me.
Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftiyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî, bibe destpêka avakirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî, bibe destpêka pêkanîna madeya 140î.
Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka avakirina yekrêziya nav mala Kurd û hemû aliyên Kurdî bi bernameyeke neteweyî bibin mixatabê birêveberiya Şamê û mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û statuyeke siyasî bidest bixin.
Li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka avakirina tifaqa neteweyî û bidestxistina azadiyê.
Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna Misilmanên Kurdistanê û hemû Misilmanên cîhanê pîroz dikin.”
“Em nêzîkî azadiyê ne”
Li aliyê din, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî di peyama xwe de wiha got:
Me îsal Remezanekê bi xêr û xweşî derbas kir. Em Cejna Remezanê ya gelê mê û ya hemû Misilmanan bi dil û can pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ya îsal bibe destpêka azadîya gelê me û pêkanîna aştî û dadwerîyê li herêmê.
Di cejna îsal da hêvîya me ji hemî deman xurttır e û azadî jî ne dur e.
Eger em dest bidin destên hev û mil bidin milên hev em dê zutir bigîhîşin azadî, aştî û wekhevîyê.
Cejna we ya Remezanê pîroz be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse