Serkeftineke bêhempa ya di meha Remezanê de

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Cejna Remezanê Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Ji bo Cejna Remezanê, em pîrozbahiyê li hemû Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikin, hêvîdar in ji bo herêma me û cîhanê bibe sedema lêborînê û aştiyê.

Remezana îsal meheke tijî pêwendiyên berfireh ên di navbera Rûdawê û gelê Kurdistanê de bû. Piştgiriya gelê Kurdistanê ji bo bipêşketinê hêzeke mezintir da Rûdawê.

Rûdawê di meha Remezanê de çend bernameyên gelekî serkeftî pêşkêş kirin.

Ji hemûyan girîngtir bernameya Paşîva Rûdawê bû ku pêşkêşkarê hêja yê gelê Kurd Bêstûn Osman pêşkêş kir.

Bernameyê bi hevkariya sermayedarên Kurdistanê 114 kursiyên xwendina masterê li derveyî welêt ji bo derçûyên zanîngehên Kurdistanê dabîn kirin.

Di dirêjahiya meha Remezanê de bernameyên Bawernima, Bajo, Hacîle, Şîv û Şîrînî, Tamxoş, Gerîdeyê Remezanê, Cîhana Adem, Rojîname, Tam û Netewe, Beçînî, Aram û Çîrokek, Kî Zîrek e û Luqmeqazî li televîzyon, radyo û Rûdawa Dîjîtal de hatin pêşkêşkirin.

Bi giştî tenê di televîzyonê de 5 hezar û 728 xulek bername hatin hilberandin.

Her wiha bernameyên Remezanê tenê di torên civakî yên Rûdawê de zêdetirî 2 milyar û 300 milyon caran hatin dîtin, 600 milyon şirove û zêdetirî 90 milyon ecibandin û hwd. hatin kirin.

Ji bo vê serkeftina mezin, em pîrozbahiyê li hemû beşên Rûdawê dikin, serkeftinên mezintir li pêşiya me ne.

Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst