Bakirhan: Kalikên me derî ji wan re vekir, wan hebûna Kurdan înkar kir

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Mûş Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan çû Mûşê û got, “Sala 1071an bapîr û kalikên me yên egîd deriyên xwe ji wan re vikirin lê wan zimanê Kurdî û hebûna gelê Kurd înkar kirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan duh di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana bajarê Mûşê û li wê derê bi welatiyan re civiya.

Tuncer Bakirhan ji navçeya Milazgirê ya Mûşê bangî deshilatê kir û got, “Werin em pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û diyalogê çareser bikin.”

Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku Kurdan deriyên xwe ji Tirkan re vekirine lê piştî ku desthilat ketiye di destê wan, wan zimanê Kurdî qedexe kiriye û hebûna Kurdan înkar kiriye.

“Bapîr û kalikên me yên egîd ji wan re derî vekir”

Tuncer Bakirhan wiha got:

“1071 ji bo wan serkeftineke mezin e lê di şerê Malazgirtê yê 1071ê de ti carî behsa gelê Kurd nakin.

Bapîr û kalikên me yên egîd ku bi Kurdî diaxivîn nebûna dê bikarîbana di van deriyan re derbas bibin?

Me ji wan re got di van deriyan re derbas bibin, me got em bibin bira, em di nav aştiyê de bijîn.

“Wan zimanê Kurdî qedexe kir”

Lê wan çi kir? Ji sala 1071ê û pê ve wan zimanê Kurdî qedexe kir û hebûna gelê Kurd ku deriyê xwe ji wan re vekirbûn înkar kir.

Di parlamentoyê de nûnerên vî gelê ku deriyê xwe ji wan re vekiriye, dema bi Kurdî diaxivin dibêjin zimanê nayê zanîn û dengê me dibirin.

Di 1071ê de we zimanê me dizanî, pêwîstiya we bi me hebû, dema di şerê rizgarkirina Çanakkaleyê de bapîr û kalikên me şer dikir Kurd hebûn û zimanê Kurdî hebû.

“Parlamenterên Kurd wekî mebûsê Kurdan dihatin binavkirin”

Dema parlamento ava bû we parlamenterên Kurd wekî mebûsê Kurdan bi nav dikirin.

Wan piştre got, Kurd nînin, em hemû Tirk in û divê hûn bibin Tirk.

Li gel Tirk, Ereb, Çerkez, Laz û neteweyên din ti pirsgirêka me nîne, em dixwazin bi wan re wekî bira di nav wekheviyê de bijîn.

Lê pirsgirêka me bi vê sîstema dijber, înkar û dijminê Kurdan re heye.

“Ji me re dibêjin bi zimanê xwe neaxivin”

Ji me re dibêjin bi zimanê xwe neaxivin, dibêjin li mûzîka xwe guhdarî nekin, dibêjin em dê qayûman li ser vîna Kurdan daynin, li cihê bi dehan şaredariyên Kurdan qayûm danîn.

“Rihê 1071ê li kû ye?”

Wê demê rihê 1071ê li kû ye? Nîne. Ez li Malazgirtê dixwazim bangekê bikim.

Ez ji wan kesên ku me tune dihesibîn re dibêjim, di vê meha Remezanê de werin em bi hev re tifaqa Kurd û Tirkan a dîrokî li ser bingehên demokratîk ji nû ve nûjen bikin.

Werin em pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û diyalogê çareser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst