Li Rihayê piştî nimêja cejnê pevçûn: 1 kuştî û gelek birîndar

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Hewag Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, piştî nimêja cejnê di navbera du aliyan de  pevçûn derket û di encamê kesekî canê xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.

Li gundê Yaslicayê yê navçeya Hewagê, îro piştî nimêja cejnê ya li mizgefta gund di navbera du aliyên ku pêştir pirsgirêkên wan hebûn de pevçûn derket.

Her du aliyan bi dar, kevir û kêran êrişî hev kir û di encamê de kesekî bi navê Muslum Karaçîzmeliî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Cendirmeyan ji bo rawestandina pevçûnê gule berdan hewayê û li gund tedbîrên tund wergirtin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên li herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst