Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û mafparêzê Kurd Vedat Aydin ku 34 sal berê hatibû kuştin, li ser gora xwe ya li goristana Deriyê Mêrdînê yê Amedê hat bibîranîn.
Îro piştî nimêja cejnê, xelkê berê xwe da goristanan û çûn dia ji miriyên xwe re kirin.
Hinek xelkê Amedê bi pêşengiya DEM Partiyê çûn ser gora Vedat Aydin ku salên 1991 hatibû revandin û piştre jî bi hovîtî hatibû kuştin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn li wir ji Rûdawê re ragihand ku êdî ew dixwazin cejnên Kurdan bi azadî û aramî bêne pîrozkirin û ev pêvajoya siyasî ya ku heye bigihe encamê.
Dogan Hatun got jî divê êdî şer bi temamî raweste û li bajarên Kurdan aştî û aramî serdest be.
Vedat Aydin 5ê Tîrmeha 1991an bi hinceta “îfade bide” aliyê JÎTEMê ve hat desteserkirin.
Cenazeyê wî 7ê Tîrmehê heman salê li ser rêya navçeya Madenê hat dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse