Rêveberiya Xweser: Em hikûmeta nû ya Şamê red dikin

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Sûriyeyê Ehmed Şer Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew hikûmeta nû ya Şamê red dikin û dê biryarên wê wê jî bi cih nînin.

Rêveberiya Xweser li ser Hikûmeta Şamê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku hikûmeta nû ya Şamê wekî ya rejima Esed e û pêkhateyên din hatine îhmalkirin

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê doh hat ragihandin û Ehmed Şer, hem serok e hem jî serokwezîrê hikûmetê ye.

Kabîneya nû ya Sûriyeyê ji 22 wezaretan pêk tê.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên siyasî yên Kurdan ragihandibûn ku ew dê hikûmeta ku cih nade Kurdan boykot bikin.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza gotibû, "Em nabin beşek ji hikûmetekê ku mafên gelê me bi fermî nas nake."

Rêveberiya Xweseriya a Rojavayê Kurdsitanê bang li desthilata Şamê kir ku dev ji siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê berdin, ji wê zêdetir tevahî gelê Sûriyeyê ji pêkhate, ol û mezheban hembêz bike.

“Hikûmeta niha wekî hikûmeta berê ye”

Rêveberiya Xweser behsa hêviyên xelkê Sûriyeyê kir û got:

"Ji ber ku Sûriyeyiyan di encama siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê de yên di serdema rejîma hilweşiyayî de êşên mezin kişandin, di dirêjahiya hefte û mehên borî de bi girîngiyeke mezin avakirina hikumeteke niştîmanî dişopand û hemû hêvî ew bûn ku hikumeteke giştî, pirrengî û piralî li welat were avakirin.

Lê hikûmeta ku şeva şemiyê 29ê Adarê li Şamê hate ragihandin heman hikumeta berê bû; ji aliyê berçavnegirtina pirrengiya li Sûriyeyê, berdewamkirina desthilata yekrengî, nenûnertiya adilane û nerasteqîn a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Ev siyasetên ku Hikumeta Şamê îsrar dike ku li ser bimeşe, me vedigerîne çaryeka destpêkê; ji aliyê yekrengiya hukim, bidûrxistina pêkhate û aliyên Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî û birêvebirina kar û barên welat.

Ev yek dûrî armancên şoreşa xelkê Sûriyeyê ye.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku hikûmetek ku pirengî û piraliya li Sûriyeyê di ber çavan re negire nikare bi awayekî durist welat bi rê ve bibe.

Rêveberiya Xweser di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha got:

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê diyar dikin ku her hikûmetek ku pirengî û piraliya li Sûriyeyê di ber çavan re negire nikare bi awayekî durist welat bi rê ve bibe û ji vê krîzê derxe.

Ji wê zêdetir wê aloziyê kûrtir bike û sedemên ji bo wê şoreşa hatiye lidarxistin raneke.

Her wiha wê nikaribe biryarên ku bên dayîn pêk bîne.

Ev îsrara li ser berdewamkirina şaştiyên berê wê zererê bide Sûriyeyiyan û bi carekê ber bi destpêkirina pêvajoya siyasî ya gitşî ve nabe.

Em careke din tekez dikin ku em bi daxwazên bingehîn ku Sûriyeyî ji bo wê serî hildane ve girêdayî ne.

Sûriyeyiyan banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, hevbeş û nenavendî kir ku mafên hemwelatîbûnê û beşdariya adilane di tevahî aliyên jiyana siyasî de hebe û ti aliyek bi tenê Sûriyeyê bi rê ve nebe.

Ji lew re em bang dikin ku dev ji siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê berdin, ji wê zêdetir tevahî gelê Sûriyeyê ji pêkhate, ol û mezheban hembêz bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst