Hêzên Rizgariya Efrînê: 9 çekdarên mixalefetê hatin kuştin

02-08-2024
RÛDAW
Nîşan Hêzên Rizgariya Efrînê çekdar Mixalefeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan di çend çalakiyên cuda de 9 çekdarên mixalefeta Sûriyeyê kuştine û 8 çekdar jî birîndar kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniyekeê de ragihand ku wan li naçeya Şêrewayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, Bab û Ezazê li hemberî çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyeyê ve çend çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, tîmeke HREyê 29 Tîrmehê li Babê, ketiye nav çeperên çekdarên mixalefetê, 5 çekdar kuştine û 6 jî birîndar kirine.

Herwiha HREyê da zanîn ku 30ê Tîrmehê li Ezazê jî di du çalakiyên sekvaniyê de hêzên wan 2 çekdar kuştine.

Li aliyê din, HREyê ragihand ku li navçeya Şêrawayê ya Efrînê hêzên wan 31ê Tîrmehê li kombûneke çekdaran daye û di wê çalakiyê de jî 2 çekdar hatine kuştin, 2 çekdar jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst