Rapora destpêkê ya otopsiya Narînê diyar bû

09-09-2024
Nîşan Narîn Guran Rapor Otopsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rapora destpêkê ya otopsiya Narîn Gurana ku li Amedê hatibû kuştin diyar bû.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

“Termê wê di nava kîsekî de hat dîtin”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye

Karên otopsiyê yê Narînê li Saziya Tiba Dadî ya Amedê hatin kirin.

Li gorî raporê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Hat zanîn ku otospiya Narînê 10 saetan berdewam kiriye û 13 pisporan lêkolîn li ser termê wê kirine.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî diyar kir ku dê lêkolînên li ser otopsiyê berdewam bikin û piştî ku encamên dawiyê hatin dê werin eşkerekirin.

Yilmaz Tunç bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hinek mînak li Amedê û hînek mînak jî li Stenbolê tên kontrolkirin.

Dê, bav û birayên wê jî hatin desteserkirin

Li hêla din, tê payîn ku termê Narînê îro li gundê Çûliyê yê Amedê bispêrin axê ku gundê wê ye û li wî gundî hatiye kuştin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Narînê de dê, bav û birayên wê ji di nav de 23 kes hatin desteserkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst