WAN- Di emeliyatê de bi xeletî xwîn dane wê û jiyana xwe ji dest da

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan Makbule Kaya Wan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, jinek bi navê Makbule Kaya ya 33 salî ku nêzî 10 roj berê ji bo emeliyata dîskê çûbû Nexweşxaneya Lokman Hekîm a wî bajarî, jiyana xwe ji dest daye. Li ser îdiaya ku bi xeletî xwîn li Makbule Kaya dane, malbatê li nexweşxaneyê gilî kir.

Li gor zanyariyan, nexweşek bi navê Makbule Kaya ji bo emeliyata dîskê diçe Nexweşxaneya Lokman Hekîm a bajarê Wanê, lê bi xeletî xwîn li wê dane.

Li ser wê îdiayê ku xwîn xelet hatiye dayîn, wê welatiya nexweş dibin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşê.

Hatiye îdiakirin ku rêveberiya nexweşxaneyê derbarê 2 hemşîreyan de doz vekiriye, lê li aliyekî din hat gotin ku malbata Makbule Kaya ji nexweşxaneyê û bijîşkan gilî kiriye.

Li gor medyaya xwecihî, Soner Kaya zavayê Makbule Kaya diyar kir ku di dema emeliyatê de 2 yekeyên xwîna xelet dane Makbule Kaya.

Soner Kaya got, “Di demekê de ku xwîna 0rh+ pêwîst bûye, lê xwîna Arh+ hatiye dayîn. Nexweşxaneyê sê rojan ev rewş ji me veşart.”

Li gorî nûçeya SerhatNewsê, Makbule Kaya danê sibê li Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê jiyana xwe ji dest daye.

Tê payîn ku malbata Kaya danê êvarê li ber Nexweşxaneya Lokman Hekîm a Wanê daxuyaniyekê bidin.

Ji aliyê din ve heta niha Wezareta Tendirustiyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst