Çima nifûsa Wanê kêm dibe?

09-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Wan Nifûs Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, nifûsa 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 160 hezar û 136 e û nifûsa tevahiya Tirkiyeyê jî 85 milyon û 372 hezar û 377 e.

Li gorî amarên TUÎKê yek ji bajarên ku hejmara xelkê wê kêm bûye Wan e.

Li gorî xelkê Wanê jî sedema kêmbûna nifûsa Wanê aborî, bêkarî û nebûna derfetên kar e.

Dayika Xemê jineke 70 salî ye, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dijî û wê 11 zarok bi zor û zehmetî xwedî kirine.

Qehreman kurê Xemê ye wî jî tenê 3 zarok hene û ew dibêje “Ez bi zehmetî wan xwedî dikim.”

Ew rewş di demekê de ye ku li gorî amarên TUIKê rêjeya zêdebûna hejmara xelkê Wanê di nava salekê de bin sifrê ji sedî 1,0 bûye.

“Min zarokên xwe li ser tendûran mezin kirin”

Dayika Kurd Xemê Keveyê got, “8 kur û 3 keçên min hene. Min ew hemû li ser tendûran bi zehmetî xwedî kirine.

Nan nebû em bidin zarokên xwe, me gelek zehmetî dîtin. Em gelekî şepirze û perişan bûn.”

“Ez nikarim 3 zarokan jî xwedî bikim”

Xelkê Wanê Qehreman Keve wiha anî ziman, “We guhdariya dêya min kir ka wê çawa 11 zarok xwedî kirine.

Wê demê malbat hebûn ku heta 17 zarokan jî xwedî dikirin. Niha mûçeya me jî heye lê ez nikarim 3 zarokan jî xwedî bikim.

Ji bo min xwedîkirina 3 zarokan jî gelekî zehmet e.”

Li gorî amarên TUIKê sala 2022yan hejmara xelkê Wanê milyonek û 128 hezar û 749 kes bûye lê sala 2023yan hejmar daketiye milyonek û 127 hezar û 612 kesan.

Li gorî civaknas Newroz Urunê sedemên sereke yên vê yekê rewşa aborî, koçkirina ji bajêr û heman demê kêmbuna hejmara zarokan in.

“Xwestekên zarokên niha li gorî zarokên berê jî zêdetir bûne”

Civaknas Newroz Urunê got, “Êdî xelk wekî berê zêde zarokan çênake ji ber ku êdî jiyan gelîek qurs bûye.

Tenê du kes jî gelek caran nikarin debara xwe bikin.

Aborî, perwerde, tenduristî û gelek pêdiviyên din hene û êdî daxwazên zarokên niha li gorî zarokên berê jî zêdetir bûne.”

Piraniya xelkê Wanê jî di vê baweriyê de ye ku sedema sereke aborî ye.

Ji ber nebûna derfetên kar piraniya ciwanên Wanê berê xwe didin metrolopolên Tirkiyeyê û hinek ji wan jî diçin Ewropayê.

“Niha nifûsa Wanê kêm dibe”

Xelkê Wanê Sait Erdaş wiha axivî, “Berê hejmara xelkê Wanê salane derdora ji sedî 1 zêde dibû lê niha em dibînin ku hejmar kêm dibe.

Ez dê behsa zarokên xwe bikim, du zarokên min hene her du jî mamoste ne û xwedî mûçe ne jî lê nikarin 2 zarokan jî xwedî bikin.”

“Ciwan ji bo debara xwe diçin derve”

Xelkê Wanê Zekî Guldal got, “Giranî heye û her kes nikare debara xwe bike û rewş ne xweş bûye.

Li aliyê din dema debar nebe ciwanên me ji bo debara xwe neçar in ku biçin derve.”

Li gorî amarên TUIKê di nav bajarên Bakurê Kurdistanê de Wan li gorî Hejmara Nişteciyên xwe piştî Riha, Dîlok û Amadê di rêza çarem de ye.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst