Hewlêr (Rûdaw) - Zubeyîr Aydar li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo PKKyê ragihand ku banga çekdanînê ya Ocalan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li xwe nagire.
Zubeyîr Aydar her wiha da zanîn ku hevdîtinên bi Ocalan re demeke dirêj e dest pê kirine û ev yek bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê çêbûye.
Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar doh derbarê pêvajoya aştiyê, hevdîtinên li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û qonaxa çekdanînê de ji ANFyê re axivî.
"Li ser navê dewletê demeke dirêj e hevdîtinan dikin"
Zubeyîr Aydar ragihand ku wekî Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî amaje pê dide ji bo sererastkirinên hiqûqî û destûrî zêdeyî salekê ye di navbera Ocalan û şandên dewletê de hevdîtin tên kirin û got:
"Zanyariyên wiha li ba me jî hene. Berî niha jî hebûn. Em dizanin ku komîsyoneke hiqûqî hatiye avakirin û ev komîsyon li ser mijarên yasayî û destûrî kar dike.
Hejmara wan 4 kes in nizanim, lê em dizanin ku li ser navê dewletê ev demek dirêj e diçin û li wê derê (Îmrali) hevdîtinan dikin.
Ev ne meseleyeke ku Devlet Bahçelî şevekê xewnek dîtibe û piştre çûbe silav li DEM Partiyê kiribe ye."
"Bi daxuyaniya Ocalan peymaneke nû dest pê kir"
Zubeyîr Aydar eşkere kir ku şandeya dewletê ya çûye Îmraliyê li gel Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî civiya ye û mijarên ku gotûbêj li ser hatine kirin bi wî re parvekirine û got:
"Ew meseleyên di raya giştî de tên dîtin piştre çêbûn. Bi vê daxuyaniyê peymaneke nû destpê kir. Banga Serok Apo tê wateya peymaneke nû.”
"Haya Erdogan ji hevdîtinan hebû"
Edamê Konseya Birêvebir a KCKê Aydar diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji hevdîtinên li Îmraliyê agahdar bûye û got:
"Ew şandên diçûn bi pesendkirina wî (Erdogan) diçûn. Derbarê nîqaş û karên li wê derê (Îmrali) dihatin kirin de rapor didan wî.
Em vê nerîta deweletê dizanin. Bêyî Erdogan ti pêngaveke biçûk jî nayê avêtin.
Dê di meseleyeke wiha ciddî de rayedarên dewletê biçin Îmraliyê û bên lê haya Erdogan ji vê yekê nabe. Ev yek ne pêkan e.
Haya Erdogan û erêkirina wî heye. Di serdemên borî de jî hebû.”
“Divê parlamento dest bi xebatê bike"
Zubeyîr Aydar diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bi rê ve biçe divê 24 demjimêran Ocalan di dewrê de be û bi şefafî bikare li gel şandeyê bicive û got:
"Divê Serok Apo bi awayekî şefaf êdî li gel şandeyê (Şanda DEM Partiyê) rûne. Divê li gel wan (dewlet) jî rûne. Divê nexşerêyeke vê hebe.
Wekî ku Serok Apo dibêje divê ev di demek kurt de pêk bê û Parlamento dest bi xebatê bike
Ew tiştên ku îro Serokê CHPê Ozgûr Ozel gotine gelekî di cih de bûn.
Divê komîsyoneke berfireh a ku ji hemû partiyan pêk tê bê avakirin û vê pêvajoyê bimeşîne. Ev mesele ne tenê çeka di destê PKKê de ye.”
"Hemû Kurdan dike şirîk"
Aydar amaje bi wê yekê da ku PKK bi xwe di nav pêvajoyê de ye û dê ji niha û şûn de jî di nav de be û got:
“Serok Apo heta bi rêxistinê neşêwire pêngavan navêje. Dê bi hev re biyarê bidin û pêngav bên avêtin.
Divê Serok Apo di dema herî kurt de jî bikare xwe bigihîne rêxistina xwe.
Serok Apo meseleyê gelekî berfireh dinirxîne û tenê bi grûpên girêdayî PKKê ve sînordar namîne.
Hemû Kurdan dike şirîk. Şand di vê çarçoveyê de çû Herêma Kurdistanê jî û hevdîtin kirin.
Ligel partiyên li Tirkiyê civîn hatin kirin. Di vî warî de kî bi meselê re eleqedar be dixwaze her kesî bixe nav vî karî.”
"Banga çekdanînê HSD û YPGyê li xwe nagire"
Beşek ji medya Tirkiyeyê piştî banga Ocalan a çekdanîna komên girêdayî PKKyê, îdia kir ku mebest ji wê çekdanînê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in jî.
Aydar li ser vê yekê got:
"Nexêr ev yek ne rast e. Serok dizane ka çi axaftiye. Dema dinivîse û diaxive dizane kîjan gotin diçe kû.
Berî niha jî gotibû divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav Desteya Tehrîr Şam de nehile.
Divê teqez li wê derê statûyeke Kurdan hebe. Wek serdema berê ya Esed nabe.
Ew çareseriya ku Serok Apo nîşan daye ji bo hemû Kurdistanê ye.
Medya Tirkiyê dikare di çarçoveya şerê psîkolojîk de şîroveyên cûda bike.
Lê em dizanin ka di vê mijarê de çi çiye û divê çawa be. Em li gor wê tevdigerin.”
Banga Ocalan
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
Li aliyê Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
PKKyê her wiha ragihand ku ew amade ne ji bo xwefesixkirinê kongreya xwe jî saz bikin lê divê Ocalan bi rê ve bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse