HEVPEYVÎNA TAYBET - Zubeyîr Aydar: Em tiştekî ku ne di berjewendiya Kurdan de be îmze nakin

06-03-2025
Zinar Şîno
Zinar Şîno û Zubeyîr Aydar /Wêne: Rûdaw
Zinar Şîno û Zubeyîr Aydar /Wêne: Rûdaw
Nîşan Zubeyîr Aydar PKK Abdullah Ocalan Banga Ocalan Kurd Tirkiye
A+ A-

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Zubeyîr Aydar li ser pêvajoya aştiyê got, " Bila dilê her kesî rehet be, tecrûbeya Serok Apo jî heye, tecrûbeya birêvebirên vê rêxistinê jî heye, di pêvajoyên derbasbûyî de dewleta Tirkiyeyê gelek caran teklîfên cuda cuda kirin me red kirin ji ber ku tiştê berjewendiya Kurdan tê de tunebe em nakin.Tiştekî ne di berjewendiya Kurdan de be em îmze nakin."

Her wiha Aydar der barê amadebûna Kurd û Tirkan a ji bo pêvajoyê got, "Li gorî min rewş mûsaîd e, civaka Kurd amade ye û ya Tirkiyeyê jî. Eger birêvebirên Tirkiyeyê di vî warî de şaşiyan nekin, hîleyna nekin Civaka Tirkiyeyê jî amade ye."

Li aliyê din Aydar li ser peyam Ocana a ji bo Ewropayê jî da zanîn ku peyama wî ne bi vîdeoyê lê nivîskî bûye.

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar li ser banga Abdullah Ocalan, danûstandinên bi Trikiyeyê re û pêvojoyê pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandin.

Rûdaw: Temaşavanên hêje yên Rûdawê silav li we bin. 27ê Sibata îsal, li Îmraliyê di nav raya giştî ya Bakurê Kurdistanê, Tirkiye tenanet a Kurdistanê û dibe ya cîhanê jî de, bangek ji aliyê rêberê Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) Birêz Abdullah Ocalan hate belavkirin. Di vê bangê de ji bo partiya xwe, ew partiya ku wî bi xwe damezirandiye, daxwaz ji gerîleyan tê kirin ku çekên xwe deynin, partiya xwe di kongreyekê de helweşînin û êdî dest bi proseyeke bi navê proseya aştî û demokrasiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê kirin. Beriya wê rêzeke dûr û dirêj ya berhevkarî û amadekariyan hatibûn kirin. Delegeya ku çûye Başûrê Kurdistanê yan jî peyamên Birêz Abdullah Ocalan ji bo Kurdên di nav siyaset û tevgera Bakurê Kurdistanê de li Ewropa bin yan jî ji bo Rojavayê Kurdistanê bin. Yek ji wan peyaman ji bo vê derê bû, ji bo Brurkselê bû. Bruksel ku bûye navenda tevgera siyasî û her wisa dîplomasî û sivîl a wan baskên ku nêzîkî PKKyê ne. Kesayetiyeke diyar ê ku bi salên dûr û dirêj e di nav siyasetê de ye, çi wekî parlamantar an wekî parêzer an jî êdî di dawiyê de wekî endamê wan saziyan yên ku nêzîkî Partiya Karkarên Kurdistanê ye li vê derê ye û di nav raya giştî kêmatî ji 1994an ve bi berdewam dihê te dîtin, ew jî berêz Zubeyîr Aydar e, Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê ku niha mêvanê me ye û em behsa bi kêmatî pêvajoyekê dikin ku navê wê ji bo Kurdan pêvajoya aştî ye. Birêz Zubeyîr Aydar ez gelekî spasiya we dikim ku we dema xwe da me.

Zubeyîr Aydar: Spas xweş, fermo.

Rûdaw: Birêz Aydar ji 27ê mehê ve heta niha karvedanên dinyayê hebûne yên Tirkiye û yên Kurdistanê li her ciyekî, banga birêz û Ocalan bûye rojev, ji 27ê mehê heta îro xwendina te ji karvedanan û ji reaksiyonan çawa ye?

Zubeyîr Aydar: Belê 6 roj di ser re derbas bûne. Yek, dema ku ev bang hate kirin pêşiyê li raya giştî ya Kurdî û ya Tirkiyeyê de jixwe bi hemû qanalên sereke bi zîndî dan yanî zîndî dan. Dengvedaneke zêde bû, dengvedaneke zêde bû, serdemeke nû ye, em dikevin serdemeke nû, ji wê rojê heta niha rêya giştî ya Kurdî û ya Tirkî de xalekî serekê yanî ya Kurdan hemûyan de û ya Tirkiyeyê de xaleke serekê ev dengvedan tenê li nav  meda nema.

Hema bi saetên piştî wê hîn roj ser ra derbas nebûn ji Ewropa, Amerîka hêzên sereke, yanî Almanya Îngîltere û gelekî welatên din ên Ewruopa, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Çîn û hinekî welatên Ereban, yanî gelekî, yanî di wî warî de dilxweşiya xwanîn ziman. Gelek rêxistinên sivîl û şexsiyetên navdar di wî warî de û ragihandinê jî wekî xalekî sereke dest girt, ew mehim bû.

Yanî meseleyeke tiştekî bi meseleya Kurdî ve girêdayî, bi xaleke serêkee nav dîplomasiya cihanê de nav ragihandina cîhanê de ewa serkeftinekî bû, ji bo doza Kurd, çar aliyê dinyayê hemî ciha dengê wê derket, muhim bû. Dêstpêkek e û tiştekî din jî bibêjim, salan e nava vî karî dem e, pêvajoyên din yên diyalogê hebûne, yê vî rengî bang hatine kirin, Lê wekî vê zêde deng vedayî asta navneteweyî de tune.

Rûdaw: Sedema wê çiye li gorî we?

Zubeyîr Aydar: Wa diyar e mesaleya Kurdî li dunyayê da zêdetir tê naskirin. Fikrêk çêbûye tefehemekî çêbiye têgihiştnêkî çêbûy û ev mesele lazme çareserîkî jê re bê dîtin. Yanî ne tenê bo parçeyekî, yanî giştî çunke ew mesele herêma Rojhelata Navîn êdî meselekî meselekî serekeye. Problem derdixe ew neyê çareserkirin problemên wê herêmê jî neyên çareserkirin û eleqa dinyayê jî wê herêmê ve heye. Ez wê ve girê didim yanî fikrek, hizreke, navneteweyî çêbû, lazim e çareseriyekî ji vê meseleyê re giştî hebin ne parçekî, yan giştî çareserîkî ji vê problemê re bête dîtin.

Rûdaw: Civaka Kurdî li bikêmatî li Bakurê Kurdistanê û her wisa civaka Tirkiyeyê ya xelkên cuda yên Tirkiyeyê ji bo vê bangê yan ji bo pêvajoyeke aştiyê ku biçe serî amade ye?

Zubeyîr Aydar: Niha li gorî min rewş mûsaîd e, yanî civaka Kurd amade ye û ya Tirkiyeyê jî eger birêvebirên Tirkiyeyê di vî warî de şaşiyan nekin, hîleyna nekin Civaka Tirkiyeyê jî amade ye. Niha şerekî ku di sala çil û yekê de ye gelek kesî ji vê şerî zerar dîtin, seranserê welêt zerer dît însanan zerer dît kesî zerer jê nedîtî hema hema tune ye, taybetî hemû ne tenê Kurd, Tirk jî, û gelek kes ji vî şerî jî westane. Çareseriyek derveyî şarjêra bê dîtin alîgirên wê zêde ne yanî yen ku qebûl bikin hem di nav Kurdan de hem jî di nav Tirkan de bi vî rengî de zêde ne.

Dengvedana ku di nav Kurdan de deng vedaye de jî, me behsa derva kir lê tênê Kurdên Bakur na, Başûr, birêvebiriya Başûr giştî hêzên sereke giştî peyamên wan hemû di cîh de bûn. Di wî warî de piştgirî kirin Kurdên parçeyên din Rojava, Rojhilat, bi giştî Kurdan pîşkirî kirin û, zemîna wê heye dinyayê jî piştgirî kir, ez zemîneke ji berê baştir dibînim, heye yanî her tişt niha bi Hikûmeta Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

Rûdaw: Birêz Aydar, ew peyama Birêz Ocalan ji bo Ewropayê şand ku bi vî sernivîsî yan ser vî navnîşanî tê bilêvkirin bi devkî bû yan nivîskî bû?

Zubeyîr Aydar: Nivîskî bû, ew tiştê ku niha hatîn bilavkirin hinekî ji wan tê de hebûn.

Rûdaw: Kengî gihîşt we?

Zubeyîr Aydar: Roj tam nayê bîra min, berî wê hate yanî peyameke du û rûpel bû bî destnivîsekî bû, destnivîsa wî em nas dikin belê destnivîsa wî bî û meseleya PKKyê tê de hebû, yanî gerekî PKK me zûtir guherandibûya ya zûtir xwe guherandibûya çunke dema şerê sar xilas bû, lazim e me jî li gorî wê, lêgerînê me hebûna lê em dereng ketin. Di vî warî de hinek tişên bi vî rengî tê de hene.

Rûdaw: Tiştekî cuda ji peyama 27 mehê ku hatiye belavkirin ji aliyê Sirri Surreya Ondar û Birêz Ahmet Turk û Pervîn Buldan û delegeya Îmraliyê hebû yan heman xal bûne lê taybet bûn ji bo we?

Zubeyîr Aydar: Niha ew taybet bi ji bo rexistina Ewropayê, lê niha pêşiya vê tiştê heye. Ew bang encamek e, demeke dirêj e heyetên dewletê diçin serok Apo dibînin, pê re hevdîtina dikin, niha protokoleke ku lihevhatinê negihiştiye destê me lê em zanin li ser henêk xalan hatiye lihevkirin. Yanî tefamêk heye yanî kê çi bike wî rengî. Yanî mesele tenê wextê (Devlet) Bahçêlî çûye merheba daye Serokê DEM Partî nîne ya 1ê meha 10an.

Pêşiya wê heye. Ew encamên wan hevdîtinan bû, ev jî niha encamê hemûyan e. Demek e dewleta Tirkiyeyê di nav wan de jî lêgerînek heye. Ji xwe tevgera me jî vi warî rem ji lêgerînên diyalokê re di serî de amade bû. Tiştê 2015an ew hat birîn, ew maseya diyalogê ya demê hat birîn, ne me birî, dewletê birî. Jixwe wextê vê paşiyê çûyî serok Apo ji heyetê re gotiye mase belav nebûye, berdewama wê ye.

Rûdaw: Berdewamiya proseya berî niha, yanî wateya wê ew e ku di wê navberê de jî  berdewam danûstandin hebûye?

Zubeyîr Aydar: Bi wî rengî bi nav kiriye. Îca ev mesele tenê ew bang kurt hatiye girtin gelekî tiştan nav xwe de navê xwe Banga Aştî û Avekirina Civaka Demoxratîk.

Rûdaw: Di ser vê jî em dê hinekî danûstandinê bikin bi taybetî jî ku hinek ji raya giştî ya Kurdî dibêjin di evê peyamê de behsa çi mafên Kurdan, daxwazên Kurdan nehatibû kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Zubeyîr Aydar: Na na behs tê de heye. Zêde li vê derê da yanî yek, serbest siyaset çunke şer eger îmkana syasetê hebûya vê tevgerê şer nedikir, ji xwe ew behs tê de heye çima şer çêbiye û çima hêzên çekdarî çêbûne û ya din serbest rêxistinbûn tê de heye. Yek, Kurd bikaribin hemû warî de xwe rêxistin bikin, jixwe serok Apo eva bîst sal e derveyî dewletê çûnke ew awakî bûyê fîzîlozofek nêzîkbûneke wî cuda heye.

Kurd lazim e hemû sazî û rêxistinê xwe yên zimanî perwerdeyê yê civakîbûnê yê xwerêvebirinê ew bi xwe çêkin ya nîzîkbûnekî wê ew tê de heye û her wiha ji bo nasnama Kurdî li destûrê de, resmî bê naskirin tê de heye û yanî çunkî başê re jî tê gotin, ji bo ev gavê henê bêne avêtin lazim e Siyaset ew maneyên pêşiya siyasetê serbest siyasetê bêne rakirin, yê beşiya rêxistinê bêne rakirin, zemîna wê ya hîqûqî bê amade kirin, yanî li wê derê de eger zemîna huqûqî bê amadekirin, em van gavan tavêşin.

Rûdaw: Zemîna hiqûqî ji bo wateyê ew e ku bi kêmanî têneguhertin di destûra Tirkiyeyê de dirust bibin?

Zubeyîr Aydar: Di destûr û qanûnan de. Niha li gorî niha vê derê piştî vê bangê û piştî ku rêxistina me jî li piştî bang kir ku em vî tiştî iştgirî dikin û şer rawestan. Niha top li seha dewletê de ye. Ji bo ku ev zemîn çêbibe lazime dewlet vî warî de gav biavêje. Yek, lazm e zimana tehdîtê û êrişê û provokasyonê bê guhertin bi zimanê aştiyê. Ya din, devê ew jî operasyonên xwe rawestênin yanî le hemberî hemû Kurdan yanî hîç li Bakûr jî û Rojava jî û Başûr jî hemûye bê rawestandin.

Ya din gerekî dev ji girtinan berdin û lazim e dawî li qeyûman ser şaredariyan bê anîn  bizivirin ser wezîfeyên xwe. Lê du xalên herî muhûm ew in,  ya herî muhim ku yek jê ew e li parlamentoyê lazme komîsyonek ji hemû partî navd e civaka sivîl nav de komîsyonekî ya çareserî ya bingeha hiqûqî çêke li parlamentoyê di demekî nîzîk de bê amadekirin, yanî her kes tê de ev mesele li zemîna parlamentoyê de bê çareserkirin.

Xaleke herî muhîm û serekî ye çunkî yê ku vê tiştê dimeşine seroka Apo ye. Dive Serok Apo bikaribê serbest hereket bikê, bikaribe bi partiya xwe re, rêxistina xwe re, gelê Kurd re, gelê Tirk re, akademîsyenan re, rojnamevanan re, siyasetvanan re, temas bigire û bikaribe bi sekreteriya xwe çêbikê di vî warî de çûnkî tenê ev nameşê divê li gorî wê hevalên wî li balê bin sekreteriyeke fireh li balê be ku bikaribe vî karî bimeşêne.

Rûdaw: Tirkiyê razî ye ji vê çendê ku tu dibêjî divê qebûl bike?

Zubeyîr Aydar: Ê wele Tirkiyeyê mecbûr e di vî warî de hatiye axaftin û gotine em dê qebûl bikin. Em hêvî dikin pratîk bikin.

Rûdaw: Birêz Aydar, KCK federasyonek e ji bo hejmareyeke partiyan ku ji çar parçeyên Kurdistanê ne, piştî ev banga birêz Ocalan çi bi vê saziyê tê û çi bi KNKyê jî tê ku me behsa her duyan kir?

Zubeyîr Aydar: Niha, ji bo KCKyê tiştekî, yanî ji ba seroka Apo hatî tune, KCK karûbarên xwe berdewam dike. Mesele ji bo guhertina PKKyê ye. Çunkî rêxistinbûna ku dewra şer de hatiye avakirin eger tu şer rawestênînî lazm e tu li gorî wê jî rêxistin çêkî, muhtemel wê tesîr li hemî rêxistinên Kurdî bike. Lê Kurd bê rêxistin nabin yanî bila gelê me miletê me her kes vê fêhm bike Kurd bê rêxistin nabin. Kurd bi wê dê rêxistinên xwe xurttir bikin. Çumkî garantiya wî îşî rêxistinbûn e, wê rêxistin xurttir bibin lê şêweyê mcadeleyê tê guhertin usûla mucadeleyê dikar bê guhertin. Niha giranî çekdarî yê, piştî wê divê awayekî siyasî û demokratîk tu zemîna wê çêkî û rêxistina wê çêkî, bi vî awayî, guhertina tenê li şer de nakî tu dê di siyasetê de jî bikî.

Rûdaw: Wateya wê ew e ku dibe nav bêne guhartin lê hînek partî de bimînin?

Zubeyîr Aydar: Bê rêxistinbûn nabe, wê rêxistinên xurttir bêne çêkirin. Te pirs kir, te got, dê tesîr li KNKyê jî bike? Mimkûn e ku tesîr lê bike, ez dibêji dê bi awayekî pozîtîf lê bike. KNK tenê PKK an KCK nîne, KNK ji çar parçeyên Kurdistanê rêxistin tê de ne. Em hêvî dikin ev zemîn yekîtiya Kurdistanê jî yekîtiya gelê Kurd xurttir bike, partî û rêxistinên di zêdetir vê yekîtiyê de cihê xwe bigirin ew hewldan wê hebe. Yanî wê heyîna xwe berdewam bikin lê ji bo ev zemîna ku niha hemû Kurd piştgiriya vê pêvajoyê dikin zemîneke heye Kurdan zêdetir nêzîkî hev dike ev ji bo me ji bo yekîtiya neteweyî jî şansek e lazim e êm vî şansî jî bi kar bînin.

Rûdaw: Birêz Aydar, bi baweriya we, kengî kongreya PKKyê tê çêkirin, demeke nêzik yan dirêj dike ev prose?

Zubeyîr Aydar: Niha, eva ev bi helwesta dewleta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Yek, dîvê li meclîsê ew komîsyon çêbibe, divê serok Apo serbest bikaribe hereket bike û divê bikaribe serperiştiya kongreyê bike bi awakî partiya ku wî çêkiriye damezrandinê de wî çêkiriye, partî eger bi xwe hel bike lazim e ew serperiştî bike formula wê bê dîtin. Û di sêrî de jî lazim e operasyonên dewleta Tirk rawestin niha hêzên gerîla û eskerê Tirk navbera we de cihna sed û dû sed metre hene û heta niha jî şer heye. Divê zemîneke ewlehî de kongre çêbê, yanî niha kongre hema tu bibêjî çêbibe çênabe. Divê ewlekariya wê bê misogirkirin, divê şer tune be divê bi wî rengî, ji bo wî qasî niha em nikarin tarîxekî bibêjin.

Rûdaw: Birêz Aydar di nav partiyan de bask hene, têne kategorîzekirin. Di welatên Rojava de hinek ji wan jê ra dibêjin baskên teyrên baz, ev yên ku hinekî tund in, hişk in. Yên din wekî baskê kevokan e yên ku hinekî modêrn in, nerm in di danustandinê de di nav PKKyê jî de bo mînak, Mustefa Karasû û Cemîl Bayik, Duran Kalkan wekî baskê teyrên baz tên binavkirin. Tevahiya serkiriya PKKyê hûn di wê baweriyê dane ku dê pabend bin bi peyema û banga birêz Ocalan?

Zubeyîr Aydar: Em di wê baweriyê de nivê pabend bin. Me li vir jî civîn kirin, nav xwe de axivîn. Em karin di nav xwe de nîqeşan bikin, em karin dîtinên xwe bêjin, lê bi çi awayî be em ê hemî hev re hereket bikin. Bi çi rengî be e em hewl didin meseleyê rîhettir bi ser esasê çareseriyê pêk bînin di rêyeke rast de bimeşîn em şaş jî bikin em dê hev re bin em baş jî bikin emê bi hev re bin. Îca niha ji vê gavavêtinê mebest ev e bila gelê me vê tiştî baş fêhm bike ev tişt yekalî nîne ev lêgerînekî çareseriyê ye.

Em dixwazin pirsgirêka Kurdî û taybetî li nav sînorê Tirkiyeyê de ku bi dewleta Tirkiyeyê re 200 sal zêdetir e şerê meyê çekdarî heye yanî sala 1806an herêma Silêmaniyê dest pê kir dewra Osmaniyan de. Sed salan zêdetir dewra Osmaniyan de ev pirsgirêk berdewam kir û sed û yek sal e jî kete sal a sed û duduyan dewra cumhuriyetê de ye. Yanî pirsgirêkeke gelekî mezin e. Lêgerîna me ew e em vê meseleyê çareser bikin û ser esasê mafê gelê Kurd, Kurd bikarbin Kurd jî li herêma Rojhilata Navîn wekî miletên din li ser axa xwe azad bijîn wekî Ereban wekî Farisan wekî Tirkan wekî her kesî yanî ew sînorên nava Kurdistanê de dikarin li ser kaxezê bimînin.

Lê niha tu ji welatekî hatî vê derê vê derê, di sînor de kesî tu kontrol nekirî ne mayîn hene ne esker hene ne kesekî, ne têl hene sînorê navbera Kurdan de erdê Kurdistanê li nava Kurdistanê mayîn hene têl hene mirin heye. Bila ew sînor jî wî rengî bibin cihê dostaniye wekî yên Yekîtiya Ewropayê, Feqet niha peyvajok me dest pê kiriye pevajoyeke dirêj e. Hêviya me ew e em bikar bin encam bigirin. Her xebateke ku me kiriye her gaveke ku em davêjin em dixwazin ji vê meseley re çareseriyê bibînin ser esasê mafê gelê Kurd û Kurd bikaribin ser welatê xwe de azad bijîn.

Rûdaw: Li Almanya, cîranekî me heye ji Bakurê Kurdistanê ji Wanê ye, Birêz Aydar, demekê li çiya jî bû, piştî vê peyamê di qehwevexwarinê de me heneke nîqaş li ser kir, gotî ez fêm nakim Birêz Ocalan ne behsa serxwebûna Kurda kiriye ne behsa federaliyetê kiriye ne behsa mafên tenanet mafên kulturî jî nekiriye ji niha pê de ez nabêjim Bakurê Kurdistanê ez dê bêjim ez êdî diçime Tirkyeyê dema ku ez diçime Wanê jî. Tu nerîna wî çawa dibînî wî heq kiriye yan jî na.?

Zubeyîr Aydar: Tu ji cîranê xwe re jî silavê me bibêje û hemû Kurdan rê jî. Bila dilê wan rehet be nûner û rêveberên vê tevgerê taybetî serok Apo zanin çi dikin. 52 sal in têkoşînekê meşandiye ev rêxistin. Tam di vê mehê de 52 salan pêş niha ava kir, 26 salên wî li derve, 26 salên li zîndanêher xizmet kiriye. Ji me hemûya baştir vê dewletê nas dike. 32 sal in jî vê dewletê re tam dewra (Turgut) Ozal van rojên henîbî Mam Celal navbera Ozal û Serok Apo de peyam dianîn û dibirin, tam van deman bû. Eger hingê çareser bibûya yanî hingê gav hatibûna avêtin Ozal nemiribûy an nehatibûya kuştin wê belkî çareserêk jê re hatibûye dîtin wê baş bibûya.

Em vî tiştî dibêjin, li vê derê de pişt vê de gelek tişt hatine axaftin. Mesele ev e ev rêxistin heta niha ew qasî bedel daye, ew bedel vala naçin, ew qas şehîd, ew qas ked. Bila dilê her kesî rehet be, tecrûbeya Serok Apo jî heye, tecrûba rêveberên vê rêxistinê jî heye pêvajoyên derbasbûyî de dewleta Tirkiyeyê gelekî cara teklîfên cuda cuda kirin me red kirin çunkî tiştê berjewendiyê Kurda tê de tunebe em nakin. Ne serok Apo dike ne ev tevger dike. Wekî ez vê dibêjim mesele çareseriya Kurdistanê e, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Kurd wê li ser axa xwe bi rêveberiya xwe ve ku xw bi rê ve bibin û azad bijîn.

Rûdaw: Birêz Aydar, du pirsên min ên din mane yek ji wan ew e çav gelek li ser Rojavayê Kurdistanê ne hem guhertinên Sûriyeyê de dirust bûne hem jî piştî banga Birêz Ocalan ev peyam ji bo PYDyê ye ku partiyeke di nav KCKyê de ye. Bi wan e jî ji bo HSDyê ye jî yan tenê ji bo PKKyê ye?

Zubeyîr Aydar: Niha peyam ji bo PKK ye. Helbet wê tesîr Rojavayê jî bike, wê tesîr li Başûr jî bike, wê tesîr Rojhilat jî bike, temamê Kurdistanê bike lê ew bandor wê pozîtîf be.Niha dewleta Tirkiyeyê êrişî Rojava jî dike. Lazim e ew êriş jî rawestin, lazim e dagîrkeriya Tirkiyeyê li ser axa Rojava xilas bibe, mesele li Serê Kaniyê ye, Girê Spî ye, Efrîn e wê herêmê hemû ye. Lazim e dewleta Tirkî ji wan deran derkeve lazim e mafê gelê Kurd li Sûriyeyê de wekî ku li Başûr li nava Îraqê de hatîn misaogerkirin bi mînakeke karin guhertinên cuda bin jî. Lê Lazim e Sûriyeye Kurd xwedî statu bin. Eger li Bakurê Kurdistanê em bikaribin aştiyekê çekên bi dewleta Tirkiyeyê re ji bo hemû Kurdan wê bibr gavekî pozîtîf.

Rûdaw: Birêz Aydar, li Başûrê Kurdistanê ji Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevahiya saziyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, piştgirî da vê bangê, dilxweşî derbirîn. Li gorî we rola Başûrê Kurdistanê di vê proseyê de dikare çibe ji bo ku serkeftî be?

Zubeyîr Aydar: Niha 2013an jî wextê pêvajoya Îmraliyê dest pê kir, Serok Apo got gerekî hemû Kurd çunkî hemûyan eleqeder dike, bi awakî di nav de bin. Niha jî ev tesîr li Rojava dike, tesîr li Başûr dike, tesr Rojhilat dike, lazim e fikir û ramanên wan bêne standin. Helwesta ku rêveberiya Başûr û rêveberên partiya bi wî rengî danîn pozîtîf e û em pê keyfxweş in. Yanî ew baş e. Em dixwazin di vê meseleyê de wextê gav hatin avêtin tişt hatin çêkirin fikirê me yek bin em ji hev bipirsin. Tiştên ku em bi hev re bikaribin bikin hene. Mesele tenê Bakur nîne, tenê PKK nîne. Yanî tesîr li kê dike lazim e her kes di nava vî karî de be armanca me çareserî ye ji bo wî qasî serok Apo heyet rêkir wê derê çûn hevalên Başûr dîtin, bi wan rê rûniştin û bi wî rengî, yanî peyamên serok Apo û silavên wî ji wan re çûn û destek ji wan axwest û wan jî peyamên destekê dan, eva gelekî baş e me Kurdan nêzîktirê hev jî dike. Gava din min behsa yekîtiya Kurdan kir, ev zemîneke ji bo xurtkirina yekîtiyê ye jî.

Rûdaw: Ji sala 1994an ve wê dema cenabê te parlamenter bûye yê Tirkiyeyeyê, hûn derketine ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Tu bawer dikî demeke nizîk, vedigerî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyayê û careka din siyasetê dike, careke din belkî bibê endamê parlametoyê jî?

Zubeyîr Aydar: Niha di dinyayê de mînakên bi vî rengî pir in lê ez naxwazim biçim mînakê dinyayê, mînakên ji welatê xwe ez xwe bim bidim yanî ji Kurdistanê taybetî Başûr. Salên 90î Sedam pir xurt bû. Her kesî digot Sedam bi ser ket û xilas be û bî wî rengî ew lê nava salekî de her tişt hat guhertin Mam Celal û Kak Mesût û bi heval û hogirên xwe re zivirîn Kurdistanê. Paşê yek ji wan bû Serokê Herêma Kurdistanê yek ji wan jî bû serokê Îraqê. Ev tiştên hanê di siyasetê de têkoşînê de mimkûn in yanî li welatê me de mînakê wê hene. Îca em nizanin tu nikarî bibêjî filan tişt wê filan demê de çêbibê lê mînakên bi vî awayî li dinyayê de pir in li welatê me de jî pir tiştekî ecêb û xerîb nîne.

Rûdaw: Pirseke din hate bala min birêz Aydar, welatên Ewropî têkilî gel we kirine piştî banga Ocalan?

Zubeyîr Aydar: Dixwazin meseleyê baş fêhm bikin û teqîb dikin û şeş roj derbas bûne, daxuyaniyên wan pozîtîf bûn, yanî nêrîn û ragihandin jî pozîtîf bûn. Asta navneteweyî zemîna wê heye em jî ji wan dixwazin bibin alîkar, Em jî ji wan dixwazin pêwendiyên xwe yên bi  Tirkiyeyê re di vî warî de bixin xizmeta diyalogê û xizmeta çareseriyê û pirsgirêka Kurd çunkî tesîr li wa jî dike, negatîv tesîr dike wextê şer hebe le wextê çareserî hebe wê pozîtîf tesîr wan bike. Em wê dixwazin di wî warî de alîkarî ji wan dixwazin.

Rûdaw: Brêz Zubeyîr Aydar, Endamê Konseya Birêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) gelek spasiya we dikim, we dema xwe da me.

Zubeyîr Aydar: Ez jî spas dikim, silav û rêzê xweş hemî bînerên Rûdawê re rê dikim. Di vê demê de Rûdawê jî piştgiriya vê proseyê kir baş bû. Dîsa ji gelê me, hemû kesî re dibêjim bila dilê wa rehet be tiştê berjewendiya gelê Kurd tê de nebe em îmze nakin. Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî vê proseyê dimeşên em hêvî dikin em bi ser bikevin.

Rûdaw: Gelekî spas. Spas ji bo we jî temaşevanan hêja.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst