Mezlûm Ebdî: Banga Ocalan ji bo me ne derbasdar e tenê ji bo PKKyê ye

27-02-2025
RÛDAW
Mezlûm Ebdî /Wêne: Rûdaw
Mezlûm Ebdî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Mezlûm Ebdî Banga Ocalan Abdullah Ocalan PKK HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser peyama Ocalan got, "Banga Ocalan ji bo me ne derbasdar e tenê ji bo PKKyê ye"

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve li Kulûba Çapemeniyê ya Neteweyî ya li Washington DC ya paytexta DYA’yê bi rêya Zoom hate lidarxistin, li ser rewşa Sûriye û Rojava û banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo PKK’ê daxuyanî da.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.

Mezlûm Ebdî li ser banga Ocalan got, "Em li benda banga Ocalan bûn û em peyama Ocalan erênî dinirxînin.

Ocalan rasterast behsa HSDyê nekiriye. Banga Ocalan ji bo me ne derbasdar e tenê ji bo PKKyê ye."

"Banga Ocalan ji bo PKKê û hêzên gerîla bû"

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku banga Abdullah Ocalan ji bo PKKê û hêzên gerîla hatiye kirin û name ji wan re jî hatiye şandin.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku di nameya ku jê re hatiye şandin de behsa agirbestê û lihevkirinên Sûriyeyê hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê got: "Ez dibêjim dê aştiya li Tirkiyeyê bandoreke erênî li herêma me jî bike. Em piştevaniya pêvajoyê dikin."

Hevdîtinên bi Şamê re berdewam in

Mezlûm Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan û Şamê berdewam in û got: "Em heta niha diaxivin, dibêjin em ê mafên Kurdan bidin, lê garantoriyeke destûrî nîne. Em dixwazin ji bilî axavtinê pêngav bêne avêtin."

Ebdî anî zimên ku ji aliyê Amerîkayê ve jibo birêvebiriya nû ya Sûriyeyê tiştek ji wan re nehatiye ragihandin, ji bo mana hêzên Amerîkayê jî tiştek ji wan re nehatiye gotin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir: "Lê li herema me tevgera DAIŞê zêde dibe û ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîstiya me bi hêzên Amerîkayê heye."

Ebdî got: "Hevahengiya me bi hêzên Amerîkayê re baş e û şerê DAIŞê dikin û ewlehiya girtîgehên DAIŞî tê de ne diparêzin.

Em dixwazin hevdîtin û hewl zêde bibin di navbera me û Şamê de. Divê Amerîka roleke xurt ji bo van hevdîtinan û pêşketina wan bilîze. Eger na dê pirsgirêk berdewam bin."

Paşeroja HSDyê di Sûriyeyê de

Mezlûm Ebdî eşkere kir ku ew dixwazin HSD di siberoja Sûriyeyê de cih bigre û got:

"Di 10 salên dawî de ji ber ku Esed me red dikir, me di nav Artêşa Sûriyeyê de cih negirt. Em dixwazin HSDyê di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de cih bigre.

Em naxwazin ku HSDyê ji holê bê rakirin, beşdariya me dê artêşa Sûriyeyê xurtir bike û sûdê bigihîne."

Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir: "Em li ser yekitiya Sûriyeyê hemû alî li hev dikin û nêta me nîne em Sûriyeyê parçe bikin.

Em dixwazin artêşeke Sûriyeyê hebe û alayeke tenê ya Sûriyeyê bê daleqandin."

Ebdî got: "Em dikarin li ser sîstema îdareyê biaxivin. Divê sîstema îdareya Sûriyeyê bi razîbûna hemû aliyan be. Em dixwazin hinek desthilat li ser îdareyên heremî bêne parvekirin û em herêma xwe bi rê ve bibin. Me li herêma xwe di nav Kurd û Ereb û neteweyên din de diyalogeke navxweyî daye destpêkirin."

DAIŞ xwe dîsa xurt dike

Ebdî amaje bi rewşa girtiyên DAIŞê jî kir û ragihand: "26 girtîgehên girtiyên DAIŞê hene û nêzîkî 10 hezar girtiyên DAIŞî hene û beşeke wan biyanî ne û beşek jî welatiyên Sûriyeyê ne."

Fermandarê Giştî yê HSDyê hişyarî da: "DAIŞ ji valahiyan derfetê werdigre û xurtir dibe û gelek faktorên ku DAIŞê bihêz dikin hene.

Berovajî ku hinek dibêjin DAIŞ qels bûye, DAIŞ bihêztir dibe. Li herêma çalakiyên DAIŞê zêde bûne û li herêmên din jî derbasî nav bajaran bûne."

Mezlûm Ebdî got: "Di demên dawî de 10 an 15 hevalên me ji aliyê DAIŞê ve hatin şehîdkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst