Geştên asmanî yên Amed û Hewlêrê kengî dest pê dikin?

02-03-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Balafirgeha Amedê xwe ji geştên asmanî yên paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê re amade dike
Balafirgeha Amedê xwe ji geştên asmanî yên paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê re amade dike
Nîşan Geştên Asmanî Hewlêr Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz beriya du hefteyan li Amedê eşkere kiribû ku dê geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Amedê de di demeke nêzîk de dest pê bikin.

Gelek kes niha vê pirsê dikin, ew dema nêzîk kengî ye?

Rêveberên AK Partiyê jî û karsazên Amedê jî texmîn dikin ku ew dema nêzîk beriya hilbijartinên 31ê Adarê ye.

Balafirgeha Amedê xwe ji geştên asmanî yên paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê re amade dike.

Ji 2020an ve geştên asmanî yên di navbera Amed û Hewlêrê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn rawestandin.

Beriya du hefteyan Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di serdana xwe ya Amedê de gotibû di demeke nêzîk de dê geştên balafiran di navbera Hewlêr û Amedê de careke din dest pê bike.

Ew dema nêzîk ku kengî ye?

Niha gelek kes vê pirsê dikin, “ew dema nêzîk e ku kengî ye?”

Li gorî Serokê AK Partiya Amedê ew dema nêzîk beriya hilbijartinên şaredariyan e.

Ango geştên asmanî divê beriya 31ê Adarê dest pê bikin.

Serokê AK Partiya Amedê Reşîd Ocak got:

Destpêkirina geştên di navbera Hewlêr û Amedê de dê ji bo welatiyên me yên Hewlêrê jî gelekî baş be.

Çimkî welatiyên Hewlêrê bazirganiyeke baş bi vî alî re dikin.

Lê dema ku vê bazirganiyê dikin berê diçin Stenbolê û ji wir têne Amedê yan jî herêmê. Ev yek wan mexdûr dike.

Ji ber vê yekê geştên rasterast ên di navbera Hewlêr û Amedê de ji bo wan qezenceke mezin e. Ji bo welatiyên vê derê jî qezenceke mezin e.”

Çavê karsazên Amedî li destpêkirina geştên asmanî ye

Çavê gelek Kurdan û bi taybetî jî çavê karsazên Amedî li destpêkirina geştên asmanî yên di navbera miletek lê du sînorên xêzkirî de ye.

Bi geşta balafiran a Amed û Hewlêrê re hindik be jî dibe ku sînorên hatine danîn bêne sistkirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya jî got:

“Li gorî texmîna min eger wek geştên havînê bêne plankirin jî beriya hilbijartinan dê dest pê bike.

Çimkî geştên ji bo Hewlêrê ne tenê ji bo Amedê ji bo hemû bajarên herêmê girîng e.

Heta Dîlokê dê bandorê li mirovan bike. Çimkî ev gaveke pir girîng a bazirganiyê ye.”

Piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê pêwendiyên Tirkiye û Başûr lawaz bûbûn û vê yekê bandora xwe li ser geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Amedê de jî kiribû.

Geştên asmanî herî dawî di sala 2019an de hatibûn destpêkirin lê tenê salekê berdewam kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst