Geştên esmanî yên Amed-Hewlêrê dest pê dikin!

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Hewlêr Geştên Esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku di demeke nêzîk de dê geştên esmanî yên navbera Amed û Hewlêrê careke din dest pê bikin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz îro çû Amedê.

Cevdet Yilmaz di çarçoveya serdana xwe ya Amedê de li Zanîngeha Dîcleyê beşdarî “Kongreya Sêwirana Paşerojê ya Amedê” bû.

Yilmaz derbarê geştên esmanî yên navbera parêzgeha Amed û Hewlêrê de mizgîniyek da.

Yilmaz da zanîn ku di demeke nêzîk de dê careke din geştên esmanî yên navbera Amed û Hewlêrê careke din dest pê bikin.

Di dema koronayê de geştên esmanî yên navbera Amed û Hewlêrê hatibûn rawestandin û tevî nerazîbûnan jî heta niha ev yek berdewam dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst