Wezîr daxuyanî da: Geştên asmanî yên Hewlêr û Amedê kengî dest pê dikin?

05-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Amed Geştên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Gihandin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku ew plan dikin di vê mehê de geştên asamnî navbera Amedê û Hewlêrê bên despêkirin.

Wezîrê Gihandin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu îro çû serdana bajarê Amedê.

Abdulkadir Uraloglu beşdarî merasima vekirina rêya navbra Amed-Bismil û Êlihê bû û bal kişand ser girîngiya Amedê ya li navçeyê.

Uraloglu behsa pêgeha û girîngiya Amedê kir û got, "Amed bûye stêrka herî geş a herêmê."

Uraloglu derbarê geştên asmanî yên navbera Amed û Hewlêrê de ku çend saleke hatine ragirtin axivî.

Wezîrê Gihandin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê destpêkirin geştên asmanî yên navbera her du bajaran wekî gaveke girîng bi nav kir û got:

“Li ser geştên asmanî yên Amed û Hewlêrê jî daxwazeke we hebû. Dema ku Alîkarê Serokkomarê me hat Amedê ev mijar ketibû rojevê.

Me jî li ser wê mijarê xebatek da despêkirin. Bi saya Xwedê di hundirê vê mehê de em plan dikin ku geştên asmanî yên Amed û Hewlêrê bên destpêkirin. Ev yek jî li ser xêrê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst