Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê çû serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pîrozbahî li Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun kir û heviya serkeftinê ji wan re xwest.
Li Amedê 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê bi rê ve diçe.
Pêşangeh ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve tê birêvebirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw tevî nûnerên odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê şandeyek ji Herêma Kurdistanê jî wekî vexwendiyên pêşangehê û ji bo danûstandin û xurtkirina pêwendiyên her du aliyan beşdarî pêşangehê bûn.
Umêd Xoşnaw bi şandeya Herêma Kurdistanê re îro çû serdena Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji ber serdana Umêd Xoşnaw û şandeya Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse