Trafîka pêvajoyê dest pê kir: ‘Samîmiyet û rastî pêwîst e’

02-01-2025
RÛDAW
Ahmet Faruk Uysal\ Şêx Diyadîn Firat \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Ahmet Faruk Uysal\ Şêx Diyadîn Firat \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Şandeya Îmraliyê Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw)- Pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd ya nû ku hîna nav lê nehatiye lêkirin berdewam baleke zêdetir bi ser xwe ve dikêşe û li qada siyasî de hevdîtinan dest pê kir.

Li gorî siyasetmedaran ji bo serkeftina pêvajoyê divê alî samîmî bin û bi hevdû re rast bin.

Piştî banga Devlet Bahçelî ya ji bo hevdîtinan şandeya DEM Partiyê ya ku li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû wekî ku hatibû ragihandin dest bi seredana partiyên siyasî jî kir.

Her wiha Şandeya DEM partiyê ku ji Pervîn Puldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk dihat îro li parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya

Li gorî nêrînên cuda, proseya ku hatiye destpêkirin vê carê bi cidiyeteke zêtedir û cudahiyên balkêş dimeşe.

Siyasetmedar û çavdêran da zanîn ku diyar e vê carê herdû alî jî bi gavên kêrhatî pengava nû dimeşînin.

“Samîmiyet û rastî pêwîst e”

Endamê Meclîsa DEM Partiyê Şêx Diyadîn Firat li ser pêşhatên pêvajoyê wiha got:

“Hewce dike ku zemîna hevdîtin û diyalogê mayînde be. Sîstemeke mayinde nebe encam dernakeve.

Îro DEM Partî bi Serokê Parlementoyê û Serokê MHPyê re hevdîtinekê çêdike lê Ahmet Turk jî di navê de ye.

Îca Ahmet te ji wezîfeyê wergirtiye lê niha tu dibêjî were bibe navbeynkar. Wisa nabe. Samîmîyet û rastî pêwîst e.”

Tevî ku di dawiya herdû hevdîtinan de ti daxuyaniyên di derbarê naveroka civînan de nehatibin dayîn jî, tê gotin ku daxwaz û haziriya Ocelan ji bo partiyên li parlamentoyê têne parvekirin.

Ji ber ku him Ocelan û him jî partiyên siyasî alîgirê wê yekê ne da gotûbêj li Parlamentoyê bêne kirin ev hevdîtinan jî wekî gavên destpêkê têne nirxandin.

Yek ji cudahiyên vê pêvajoyê li gor yên berê ew e ku bêyî şandên cuda û lijneya aqilmendan, gotûbêj rasterast di navbera Ocelan û dewletê de têne kirin.

“Pêşhatên Sûriyeyê bandorê li pêvajoyê dikin”

Parlamenterê berê û endamê lîjneya aqilmendan Ahmet Faruk Uysal jî li ser pêşhatên dawî wiha got:

Di pêvajoyên borî de bêyî deshilatê ti kesê ku piştevaniyê bike tunebû.

Niha kesê ku herî zêde çeverêbû dijbertiyê bike ango Devlet Bahçelî bi bangekê wî ev pêvajo daye destpêkirin.

Ji ber wê di vir de him li tevahiya Tirkiyeyê him jî li parlamentoyê şandeyeke ku giraniya wê heye xwedî li pêvajoyê derdikeve.

Helbet muhatab girtina meclîsê gelekî krîtik e lê geşedanên li Sûriyeyê di encamê de xwedî cihekî krîtîk e.”

Şandeya DEM Partiyê ji hemû partiyên din yên li parlemenê jî daxwaza hevdîtinê kiriye. Tê payîn ku piştî hevdîtinan daxuyaniyeke giştî jî derbarê çawaniya pêvajoyê de ji raya giştî re bê eşkerekirin.

Heta niha ne diyar e bê ka Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî digel şandeya Îmraliyê rûdine yan na.

Li gorî agahiyan piştî ku hevdîtinên şandeya DEM Partiyê bi dawî bibin şande dê careke din tevî kesên nû berê xwe bide Girava Îmraliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst