ENKS: Grûpeke ser bi PYDê ve 4 kes li Qamişlo girtine

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan ENKS PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê grûpeke ser bi PYDê ve 4 kes li Qamişlo girtine.

ENKSê dibêje, roja 26ê Sibatê grûpeke çekdar ser bi PYDê ve 4 welatî li Qamişlo revandine û daxwaz dike, ew kes bên berdan.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de got, roja 26ê Sibatê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve kesên bi navên Goran Ezim, Ehmed Mela Ehmed, Seyfedîn Mihemed û kurê wî Mihemed li bazara Qamişlo girtine û dema ku ew girtine îxanet li wan hatine û li wan xistine.

Herwiha ENKSê van girtinan şermezar kir û xwest PYDê dest ji wê yekê berde û çarenivîsa girtiyan eşkere bike û wan azad bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst