Wezareta Pêşmergeyan li ser êrişa li Hewlêrê daxuyanî da

01-01-2024
Nîşan Wezareta Pêşmergeyan Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê, êrişa li Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir.

30ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Pîrmama Hewlêrê bi dronan êrişî Pêşmergeyan hatibû kirin.

“Dê mafê me yê bersiveke pêwîst û guncaw hebe”

Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de got:

“Wekî her demê ji bo parastina ax û gelê me dê mafê me yê bersiveke pêwîst û guncaw hebe.”

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn, “Aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê garantiya aramî û ewlehiya Îraq û hemû herêmê ye.”

Wezareta Pêşmergeyan ji bo rawestandina van êrişan bangî Îraq, Hevpeymaniya Navneteweyî û “dostên xwe” kir û diyar kir ku “Ev êriş li Îraq û herêmê dibin sedema belavbûna bêserûberiyê.”

Daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan wiha berdewam kir:

“Em radigihînin ku bikirên vî karî terorîstî di dema herî zû werin peydakirin û bigihin cezayê xwe yê yasayî.

Em dubare dikin, wekî her demê ji bo parastina ax û gelê me dê mafê bersiveke pêwîst û guncaw ê Pêşmergeyên Kurdistanê hebe.”

Çi bûbû?

Şeva şemiyê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û Hikûmeta Îraqê bi awayekî tund rexne kiribû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş şermezar kir û got, “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî êrişa li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û got, “Pêwîst e Hikûmeta Îraqê li hemberî êrişê helwesteke rasteqîn nîşan bide.”

Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Fransayê ev êriş şermezar kir û da zanîn, “Divê êrişkar werin girtin û darizandin.”

Piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir grûpa ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst