Hewêr (Rûdaw) – Di encama êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê de, karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya yek salî Jîne hatin kuştin.
Di vê êrişê de karsazê Xirîstiyan ê Îraqî Kerem Mixayîlê ku mêvanê Pêşrew Dizeyî bû jî canê xwe ji dest da.
Supaya Pasdaran a Îranê îşev bi mûşekên balîstîk êrişî parêzgeha Hewlêrê kir.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî têkildarî êrişê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.
Hewramî di daxuyaniya xwe de got:
“Di êrîşa îşev a Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê de maleke sivîlan hat hedefgirtin.
Di encama êrişê de xwediyê malê Pêşrew Dîzeyî û ji malbata wî 3 kesên din canê xwe ji dest da.”
Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku zêdetirî 4 mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dîzayî ketine.
Şahidên bûyerê jî diyar kir ku mal bi balafirên bêmirov jî hatiye bombebarankirin.
Li aliyê din, hat diyarkirin ku di encama êrişan de 17 kes birîndar bûne.
Di êrişa mûşekî ya Îranê de karsazê #Kurd Pêşrew Dizeyî û ji malbata wî 4 kesan canê xwe ji dest da#Erbil #أربيل pic.twitter.com/WMOB1C1x7D
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 15, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse