Pentagonê têkildarî êrişa Îranê daxuyanî da Rûdawê

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Pentagon Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re ragihand ku haya wan ji êrişên Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê heye.

Li aliyê din du berpirsên Amerîkayî got ku ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne armanc.

Her du berpirsên Amarîkayî bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin ji Reutersê re axivîn.

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişên mûşekî de, zerer ti li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne.

Wezareta Parastinê Amerîkayê jî bi rêya maîlê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda da.

Pentagonê ragihand ku haya wan ji êrişên mûşekî yên Supaya Pasdaran a Îranê yên Hewlêrê heye lê zanyariyên berfireh di destê wan de nînin.

Berî niha jî Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de got ku wan, “navendeke sîxurî û komkirina sîxuriyê ya li dijî Îranê” li nêzîkî Hewlêrê kir armanc.

Lê belê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ev îdiayên Îranê red kirin û diyar kir ku sivîl hatine armancgirtin.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst