Duhok: Îsal 60 cihên geştyarî yên nû hatine vekirin

31-12-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Hejmara cihên geştyarî li parêzgeha Duhokê zêde bûye.
Hejmara cihên geştyarî li parêzgeha Duhokê zêde bûye.
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Geştyarî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li sînorê parêzgeha Duhokê di sala 2021an de 60 cihên nû yên geştyarî hatine vekirin, li her cihekî nû yê geştyarî de jî derfeta kar ji bo 4 heta 20 kesan çê bûye.

Şîrîn Berwarî keçek e 25 salî ye ku zêdeyî du salan e xwendina xwe di Peymangeha Geştyarî de qedandiye û niha di kafeteryayekê de kar dike.

Şîrîn dibêje: “Ev du sal in min Peymangeha Geştyarî qedandiye û îsal min ji bo xwe li vir karek dît di kerta geştyariyê de. Spas ji Xwedê re, ez niha dikarim jiyana xwe derbas bikim, alîkariya mal bikim, alîkariya xwe bikim ku bi betalî li mal nemînim.”

Di sala 2021an de 60 cihên geştyarî yên nû li parêzgeha Duhokê hatine vekirin ku her yek ji wan di navbera 4 ta 20 karmendan lê kar dikin. Pêştir 900 cihên geştyarî li sînorê vê parêzgehê hebûn.

Rêveberiya Geştûguzarê li Duhokê kar dikin ku weberhênan di sektroa geştyariyê de li sînorê parêzgehê zêdetir be.

Xeyrî Elî, Rêveberê Giştî yê Geştûguzarê li Duhokê ji Rûdawê re ragihand, “Îsal nêzî 60 cihên nû hatine vekirin, wek hotêl û motêl û restorant û kafeterya. Em dibînin ku ew yek dê bandoreke erênî hebe bo peydakirina derfetên kar ji bo xelkê me.”

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzarê ya parêzgeha Duhokê , îsal zêdeyî milyonek û 500 hezar geştyar serdana parêzgeha Duhokê kirine. Li gor texmînên Desteya Giştî ya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê, her kesek 300 dolaran xerc dike anku salane nêzîkî 450 milyon dolar hatiye nav parêzgeha Duhokê.

Xwezaya parêzgeha Duhokê bi awayekê ye ku 270 havîngeh lê hene, hejmarek ji wan havîngeh û seyrangehan li ser asta Iraqê û navçeyê jî navdar in, lewra her çi qas hejmara cihên geştyarî li deverê zêdetir be, dê geştyarên zêdetir qesta deverê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst