Piştî hilbijartina serokkomariyê nirxê lîreyê Tirkî daket

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê bi hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan bi encam bû, liv û tevger kete bazara. Dolar piştî hilbijartinê di ser 20 TLyî re dest bi firotinê kir, euro derdora 21,50 TL de ye. Li aliyê din zêrê gramî bi 1250 TL tê firotin.

Piştî encamên hilbijartinê ku berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan wek serokkomar hat hilbijartin, dolar/TL di demên ku bazara Tirkiyê girtî bû de li bazarên navneteweyî di ser 20 TLyî re dest bi danûstandinên destpêkê kir. Dolar herî zêde 20,1630 TL û herî kêm jî 19,9310 TL hat firotin, di demjimêr 07:02an de ji sedî 0,20 zêde bû bi 20,0024 TLyî danûstandin pê tê kirin. Roja Înê dolarek bi 19,96 TLyî dihat guherîn.

Li aliyê din Euro/TL wek berteka destpêkê 21.4168 TL danûstandin pê hat kirin lê niha di ser 21,50 TLyî re bi qezenca ji sedî 0,85 danûstandin pê tê kirin.

Bihayê grama zêr di danûstandinên destpêkê de ji 1250 TLyî dest pê kiribû, niha bi zêdebûna ji sedî 0,12 danûstandin pê tê kirin.

Li gorî nûçeya Ekonomim.comê, lêkoleran diyar kirin ku potansiyela bilindbûna dolar li hemberî lîreyê Tirkî berdewam dike û bi çalakiyên ku bên kirin dê rêjeya danûstendinan diyar bibe.

Piştî ku nezelaliya encamên hilbijartinê bi dawî bû, çavên bazaran ber bi rêveberiya nû ya aboriyê û polîtîkayên ku bên şopandin kete nav liv û tevgerê. Pispor di wê baweriyê de ne ku li gorî nûçeyên di vî warî de çalakiya bazarê dikare zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst