Dolar li hemberî lîreyê Tirkî dîsa biha bû: Rekoreke nû

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî berdewam e û dolarekî Amerîkî gihîşte 28,09 lîreyan.

Bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest da.

Li bazarê dolarekî Amerîkî piştî ku gihîşte 28,09 lîreyan careke din dakete 27,70 lîreyan, euro jî bi 29,27 lîreyên Tirkî ye.

Piştî hilbijartinên parlamentoyê ya 14ê Gulanê lîreyê Tirkî li hemberî pereyên biyanî nirxê xwe nêzîkî ji sedî 50 ji dest daye.

Berî hilbijartinên 14ê Gulanê dolar bi 19,60 lîreyan bû.

Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku meha borî hat eşkerekirin, heta dawiya salê dolar li hember lîreyê Tirkî dê bigihêje 30 lîreyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst