Pirsgirêkên geştyariyê yên di navbera Bakur û Başurê Kurdistanê de

26-06-2023
RÛDAW
Nîşan Geştyarî Bakurê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bernameya Rûdawê ya Ligel Ranj a ku Renc Sengawî pêşkeş dike vê carê mijar li ser geştyariya di navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de bû. Rêjeya çûnûhatina geştyaran di navbera herdû aliyên Kurdistanê de kêm e û li gorî mêvanên bernameyê, sedema serekî ew e ku li aliyê Bakurê Kurdistanê asankariyan ji bo geştyarên Başûrê Kurdistanê nakin û rayedarên Tirkiyê jî nirxê vîzeyê ji 80 dolaran derxistine 180 dolarî.

Li Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê wek piraniya welatên din sektora geştyarî yek jî gerîngtirîn sektora aboriyayê ye û  hem li Herêma Kurdistanê û hem li Bakurê Kurdistanê hewla vejîna vê sektorê dayîn.

Mijara vê hefteyê ya bernamaya Ligel Ranj a ku Renc Sengawî pêşkeş dike, girîngiya sektora geştyarî di navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de û sedemên lawazbûna sektora geştyarî yên di navbera herdu perçeyên Kurdistanê de bû.

Mêvanên  bernameyê her yek Rêveberê Bazarê yê Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Tofîqm Serokê Şaxa Komeleya Geştyarên Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê Ziryan Behcet, Serokê Yekitiya Kompanyayên Geştyariyê ya Rojhilatê Anadoluyê Cevdet Ozgokçe û Serokê Şaxa Komeleya Geştyarên Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Eta Enwer bûn.

Renc Sengawî ligel mêvana sedemên kêm çûn û hatina geştyaran di navbera Bakurê Kurdistanêû Başûrê Kurdistanê de gotûbêj kir.

Rêveberê Bazarê yê Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Tofîq diyar  ku li aliyê Bakurê Kurdistanê bo geştyarên Başûrê Kurdistanê hêsankariyê nakin, ev ji bilî nirxê vîzeya Tirkiyê ku ji 80 dolar bo 180 dolar hatiye zêdekirin.

Sîrwan Tofîq got: “Hêsankarî zêdetir ji bo wan hatiye kirin ji ber ku dema ew tên Başûrê Kurdistanê pêwîstiya wan bi vîzeyê nîne, lê dema xelkê me diçin wê derê pêwîstî bi vîzeyeke giran heye.

Serokê Şaxa Komeleya Geştyarên Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê Ziryan Behcet jî got ku ew dixwazin kar ji bo rakirina vîzeyê bo xelkê Herêma Kurdistanê çûna Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê rakirin.

Berpirsên geştyariyê yên Bakurê Kurdistanê qebûl dikin ku nirxê vîzeya Tirkiyê giran e û didin zanîn ku ew ji bo kêmkirina bihayê vîzayê kar dikin.

Serokê Yekitiya Kompanyayên Geştyariyê ya Rojhilatê Anadoluyê Cevdet Ozgokçe got: “Şikayetên vîzeyê gelek ji bo me hatin, em dê vê mijarê ligel wezareta Tirkiyê biaxivin ku 180 dolar bo vîzeyê zêde ye. Em dixwazin xelkê me vê derê bên Bakur û xelkê me yê wê derê jî bên Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê...”

Ozgokçe herwiha got: “Eger Deriyê Serzêrê bo heyama 24 saetan vekerî be dê geştyariya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de zêdetir bibe.”

Serokê Şaxa Komeleya Geştyarên Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Eta Enwer jî bal kişand li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê û got: “Bila geştan ji bo vê derê saz bikin, ev der aram e û asayiş li Herêma Kurdistanê baş e.”

Şaredarê Bajarokê Esendereyê Dirbaz Buyuksu: Ji bo Deriyê Sînorî yê Zêtê  (di navbera Hewlêr û Colemêrgê de) bo heyama 24 saetan vekirî em dê hewl bidin.

Wan li gor bajarên rojavayê Tirkiyê ji bo geştyaran  %70 erzantir e û problema ziman ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê nîne.

Par zêdetir ji 6 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kir, tê texmînkirin di cejna qurbanê de zêdetir ji 300 hezar geştyar werin.

Ji aliyê din ve sala 2022ê zêdetir ji milyonek û 685 hezar geştyaran serdana parêzgeha Wanê kirine.

Wan di sektora geştyariyê de xwedî gelek rekor e, xwarinên taybet bi Wanê gelek navdar in. Taştêya Wanê, sala 2014an bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan kete nav Pirtûka Guinnessê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst