Mesrûr Barzanî: Divê Kurdan mafê diyarkirina çarenivîsa xwe hebe

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî MEPS23 Herêma Kurdistanê Kurd Çarenivîsa Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan ji aliyê jeopolîtîk ve di nav herêmeke gelekî stratejîk de cih digire û got, “Mafê Kurdan jî yê diyarkirina çarenivîsa xwe heye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de bersiva rojnamegera BBCyê Miryem Muşîrî da.

Mesrûr Barzanî di destpêkê de bersiva pirsa derbarê şerê Îsraîl û Hemasê û êrişên li ser Xezeyê da:

“Bê goman me wekî gelê Kurd gelek şer dîtine û em dizanin şer çend xirab û wêranker e. Bila ez ji wê yekê dest pê bikim ku em çend dijî şerî ne û nabe şer ji bo çarekirina arêşeyan bê bikaranîn.

Gelo îro mirovên li Xezeyê ji yên beriya 7ê Çiriya Pêşînê baştir bûn? Ez dibêjim bersiv pir zelal e. Mirovên bêguneh berdêla herî mezin didin.

Em şer şermezar dikin, em êrişên li ser sivîlan şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku divê her pevçûnek li Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane were çareserkirin.

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ev nakokiya bi dehan salan berdewam dike, bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin û wiha pê de çû:

“Dema şer dest pê dike, tu nizanî dê kengî bidawî bê lê em baş vê dizanin ku qurbanî xelkê sivîl û yên bêgeneh in. Divê xelkê sivîl bê parastin.

Em hêvîdar in dawiya vî şerî bibînin û çareseriyeke aştiyane ji bo vê aloziyê bê dîtin.”

Helwesta îraq û Herêma Kurdistanê li hember şerê Xezeyê

“Bila Îraq xwe ji şerê li Xezeyê dûr bigire”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku baştirîn tiştê ew Îraq xwe ji vê nakokiyê dûr bigre û got:

“Jixwe pirsgirêkên Îraqiyan bi têra xwe hene. Eger rêyek hebe ku arîkariyên mirovî bigehîne, ew baş e.

Ya ku em li Herêma Kurdistanê dikin ev e. Em hewl didin bi rêya xêrxwazên xwe alîkariyên mirovî bigihînin kesên hewcedar.”

Dûrxistina Mihemed Helbûsî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ya hilweşandina parlamenteriya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî xelet e û wiha domand:

“Bi dîtina min, dema dûrxistina Helbûsî xelet bû. Niha hemû Rojhilata Navîn rûbirûyî vê krîzê bûye û me hinek pirsgirêkên din hene ku divê em çareser bikin. Ev krîz û krîzeke nexwastî bû û nedibû ku rû bide. Rewş bi giştî li Îraqê arîkar nîne.”

Hinartina petrola Kurdistanê

Derbarê pirsa hinartina petrola Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî got:

Pirsgirêka hinartina  petrola Kurdistanê vedigere çend salan. Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser petrolê derketiye holê, ji ber ku destûr bi awayekî rast nehatiye bicihkirin û rêz lê nehatiye girtin.

Di destûrê de çendîn mafên Kurdistanê hene lê mixabin hatine piştguhkirin. Ev maf, mafên derxistin û firotina petrolê ne. Mixabin ev çend sal in di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk hene.”

Pirsa sereke pir zelal e, gelo em welatekî federal in yan welatekî navendî ne? Em di wê baweriyê de ne ku divê li welatekî federal, desthilatdarî bên dabeşkirin wekî ku di destûrê de hatiye.

Lê mixabin li cem hin berpirsên Bexdayê zîhniyeteke tekparêz heye û dixwazin her tişt ji aliyê navendê ve were kontrolkirin.”

“Kurdistan pabendî destûrê ye”

Di berdewamiya axaftina de Mesrûr Barzanî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di Destûra Îraqê de bi cih anîne û got:

“Lê me ti carî mafên xwe yên ku di destûrê de hatine destnîşankirin wernegirtine. Kurdistan pabendî destûrê ye û me li ser pirsa petrolê û prensîbên berhemanîn û firotina petrolê bi hikûmeta federal re kar kiriye lê mixabin me piştevaniya pêwîst ji hikûmeta federal wernegirtiye.

Peymanên me bi kompanyayên petrolê yên navneteweyî re hene. Ev peyman yasayî ne.

Bexda derbarê nirxê berhemanîna petrola li Herêma Kurdistanê  behsa bihayekî ji rastiyê dûr e dike.

Dibêje ji bo berhemanîna her bermîlek petrola Herêma Kurdistanê 6 dolar lê diçe lê ev ne rast e. Ji bo kêlgeha petrolê ya Giyarayê, bihayê berhemanîna bermîlekî petrolê 34 dolar e.”

“Mafê kurdan jî heye ku wekî miletên din bijîn”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsgirêka ewlehiyê bi tena serê xwe nayê çareserkirin û got:

“Ewlehî bi aramiya siyasî û geşepêdana aborî re pêşdikeve. Ji ber vê yekê divê em binêrin ka em çawa dikarin aboriya xwe baştir bikin.

Divê em lê binerin ka em çawa dikarin îstîqrara siyasî ya zêdetir hebe ji bo ku em bibin xwedî herêmek ewletir.

Tiştek heye ku ez dixwazim behs, ew jî hiqûqa navneteweyî ye. Ez wisa difikirim ku Kurdan jî wekî gelek neteweyên din heqê diyarkirina çarenivîsa xwe heye. Ew jî wekî gelek miletên din xwedî mafê jiyanê ne.

Ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me bi garantiyeke navneteweyî heye. Ji ber vê yekê, ger civaka navneteweyî bixwaze alîkariya me bike, divê garantî bide ku Kurd careke din nekeve ber êriş, çewisandin, bombebarana kîmyewî, paqijkirina etnîkî û her cure qirkirinê.

Tiştê ku îro divê em ji civaka navneteweyî bibihîzin ev e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst