Kompanyayên geştyariyê dixwazin berê geştyarên Başûrî bidin Bakur

22-05-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Geştyarî Herêma Kurdistanê Îraq Colemêg Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyayên geştyariyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo danasîna cihên geştyariyê çûn Bakurê Kurdistanê.

Li ser vexwendina Yektiya Kompaniyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) xwedî û berpirsên 15 kompanyayên Îraq û Herêma Kurdistanê çûn parêzgehên Colemêrg û Wanê.

Armanca vê serdanê ew e ku îsal berê geştyaran bidin van her du parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

“Em dê deverên giring bidin nasîn”

Serokê Lijneya Rêvebiriya TURSABê ya Rojhilatê Anadoluyê Cevdet Ozgokçe got:

"Me 15 kompanyayên geştyariyê yên Îraqê vexwendin Colemêrg û Wanê.

Em îro li Colemêrgl ne, Em dê li cihên dîrokî bigerin û piştî wê jî em dê derbasî Wanê bibin.

Li Wanê jî 3 rojan em dê wan bikin mêvan bikin. Em dê li cihên dîrokî yên Wanê bigerînin.

Em dê xwarin û deverên giring yên Wanê bi wan bidin nasîn û piştre ew dê vegerin."

Ji ber ku nas nankin berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê

Berpirsên Kompanyayên Geştyariyê yên Wan û Colemêrgê dibêjin ku ji ber geştyarên Îraq û Herêma Kurdistanê van navçeyan nas nakin her tim berê wan li bajarên Tirkiyeyê ne.

Ew bi vê pirojeya 4 rojî dixwazin bala kompanyayan bikişînin ser van deveran.

Berpirsê kompanyayeke geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Selman Ebdullah jî diyar kir ku kêfa wan pir ji Colemêrgê re hatiye.

Herwiha Ebdullah amaje bi wê yekê kir ku ew deve cihekî gelekî xweş e lê heta niha nihatiye keşfkirin.

Xwediyê kompanyayên geştyariyê ne tenê Kurd in her wiha kompaniyên Ereb jî di nav wan de hene.

Ev geşta wan zemînek e ku êdî bi rêya kompanyayên xwe geştyaran bişînin Colemêrg û Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst