Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji qutkirina alîkariyan nerazî ne

20-06-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hikûmeta Tirkiyeyê pereyê prîm û piştgiriyê ku ji bo teşwîqkirina hilberîna dexl û dan heta niha dida cotkaran, ji sedî 22 qut kir
Hikûmeta Tirkiyeyê pereyê prîm û piştgiriyê ku ji bo teşwîqkirina hilberîna dexl û dan heta niha dida cotkaran, ji sedî 22 qut kir
Nîşan Cotkar Bakurê Kurdistanê Alîkarî Qutkirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê pereyê prîm û piştgiriyê ku ji bo teşwîqkirina hilberîna dexl û dan heta niha dida cotkaran, ji sedî 22 qut kir. Ji pereyê mayî jî ji sedî 30 hêj nedaye û nediyar e ka dê kengê vî pereyî bide. Cotkar li hemberî qutkirina prîmên pembo nerazî ne û dixwazin dewlet pereyê ku ji wan qut kiriye careke din li wan vegerîne û buhayê kel û pelên çandiniyê jî kêm bike. Cotkar dibêjin ger ew îsal kar nekin ew ê saleke din erd najon.

 

Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê, alîkariya pere ku her sal ji bo teşwîqkirina pembo dida cotkaran, serê cotkarekî ji sedî 22 bi temamî qut kir. Pereyê mayî jî ji sedî 70 daye lê ji sedî 30 hêj nedaye û nediyar e ku dê kengê jî bide.

 

Bi pereyê ku hatiye birîn û pereyê ku heta niha nehatiya dayîn re ji berîka her cotkarekî ji sedî 52 pereyê teşwîq û prîma pembo hatiye birîn. Rêveberên cotkaran li hemberî vê yekê nerazî ne û dixwazin dewlet pereyê cotkaran ên mayî niha bide.

 

Serokê Odeya Cotkaran a Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglu ji Rûdawê re diyar kir: “Birêz Wezîr divê vê yekê rast bike. Ev tiştekî xelet e. Wezîr ji cotkaran re dibêje baş li erdê xwe binêrin, tovên baş bistînin bila berê we zêde bibe da ku em ji derve dexl û dan hawirde nekin. Lê li aliyê din jî tu prîma cotkaran dibirî. Ev tiştekî nebaş e û tiştekî nerast e.”

 

Mustafa Ugurlar 30 sal in cotkariyê dike. Ew jî zarokên xwe weke bav û kalên xwe bi cotkariyê xwedî dike. Ji ber buhabûna alav û amûrên çandiniyê îsal di zirarê de ye.

 

Cotkar Mustafa Ugurlar diyar kir: “Ez dajom wilehî kar tê de tune ye. Ka li halê min binêre bi Xwedê ez mirim. Ber nakeve. Bila dewlet teşwîq û piştgiriya madî zêde bike. Qet nebe bila piştgiriya pembo weke sala berê bide. Dewletê îcar gelek zêde teşwîqê kêm kir.”

 

Li bajarê Amedê ligel pembo, genim, ceh, garis û nîsk, birinc jî tê ajotin. Dewlet her çiqas pereyê bo pembo kêm kiribe jî di cureyên din ên hilberînê de hê jî piştgiriya madî dike. Lê buhabûna îlac, gubre û tov wisa lê kiriye ku cotkar ji piştgiriya hilberînê qet xêr nebînin.

 

Cotkarê bi navê Canan Adiguzel dibêje: “Ne em dikarin heqê gubreyê bidin. Ne em dikarin heqê tov bidin. Em nikarin mazotê jî bigrin. Em perîşan bûne.”

 

Cotkar Ridvan jî diyar dike: “Ew piştgiriya ku dewlet dide jî çawa tê wisa diçe îlacan. Tenê diçe bo îlac û gubreyê.”

 

Herwiha cotkarê bi navê Îlyas jî eşkere kir: “Zirar zirar. Em niha cotkariyê dikin lê vala ye.”

 

Tenê li bajarê Amedê 6 milyon û 409 hezar donum erdê çandiniyê heye û li ser 4 milyon û 500 hezar donumî cotkarî tê kirin. Li bajêr 43 hezar cotkar hene û debara malbatên wan li ser cotkariyê ye. Ji ber vê yekê her pêşveçûn an jî paşveçûnek rasterast bandora xwe li ser jiyana wan a rojane dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst